Hêzên hikumetê bi dijwarî gundewarên Idlib, Hema û Laziqiyê topbaran dikin

Ji vê sibê ve hêzên hikumeta Sûriyê deverên Idlibê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên hikumetê bi dijwarî gundewarên Idlib, Hema û Laziqiyê topbaran dikin
10 tebax, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) vê sibê diyar kir ku hêzên hikumetê Dêr Simbil, Kensefra, Hilûba, derdora Barê, Fetîra, Sifûhin û Filêfil yên li başûrê Idlibê, Diwêr El-Ekrad, Sermaniyê ya li Sihil Xab ê li rojavayê Hemayê û eniyên li Cebel El-Ekrad ên li gundewarên bakurê Laziqiyê jî topbaran kirin.

Duh jî SOHR`ê ragihandibû ku çeteyên li çiyayê Harim bi çekên giran firokeyên keşfê yên nenas ku li asmanê herêma ser sînor ê bi Lîwaa Îskenderonê re kirin armanc.

Tê payîn ku di demên pêş de operasyoneke leşkerî dest pê bike û hêzên hikumetê û artêşa Tirk hêzên leşkerî dişînin gundewarên Idlibê.

(eh)