Piştî serdana wezîrekî DYA’yê di navbera Çîn û Taywanê de nakokî zêde bû

Wezareta Parastinê ya Taywanê îro ragihand ku balafirên şer ên Çînê demeke kurt xeta hesas a tengava Taywanê ku Çîn û Taywanê ji hev cuda dike, derbas kir.

Piştî serdana wezîrekî DYA’yê di navbera Çîn û Taywanê de nakokî zêde bû
10 tebax, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî wezaretê ku îdiayên xwe dispêre hêzên asmanî, ku balafirên şer ên Çînê bi moşekên dijbalafir ji hêla hêzên asmanî ve hatin şopandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bûyer piştî serdana wezîrê tenduristiyê yê Amerîkayê Alex Azar ji Taywanê re pêk hat. Çînê ev serdan şermezar kir. Çîn Taywanê wekî ku herêmeke girêdayî wê dibîne û ne ji mafê wê ye ku tu têkiliyan bi dewletên din re deyne.

Ji dema ku DYA`yê têkiliyên xwe yên fermî di 1979`an de bi Taywanê qut kiriye, Azar payedilindtirîn rayedarên Amerîkayê ye ku serdana Taywanê dike.