'Li dijî peymana Misir-Yewnanistanê, dewleta Tirk  hemleya Îxwan Muslimîn bi rê ve dibe'

Li gorî rojnameyeke Erebistana Siûdî, dewleta Tirk ji bo hemleya xwe ya li dijî lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî ya di navbera Misir û Yewnanistanê de hatiye îmzekirin, alîkarî ji koma Îxwan Muslimîn a li Qeter û Enqereyê xwestiye.

'Li dijî peymana Misir-Yewnanistanê, dewleta Tirk  hemleya Îxwan Muslimîn bi rê ve dibe'
10 tebax, 2020   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdî ku bi zimanê îngilîzî weşanê dike, hemle piştî ku Wezareta Derve ya dewleta Tirk ragihand ku lihevkirina di navbera Qahîre û Atînayê de "ne rewa ye" dest pê kir.

Hemleya dewleta Tirk-Îxwan Muslimîn li gel kolandina dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî ji bo vedîtina jêderên enerjiyê hate destpêkirin.

Berdevkê wezareta Misirê Ehmed Hafiz li ser hesabê xwe ya Twitterê got: “Gelek ecêb e, aliyê ku lihevkirin û detayên wê nizane, mîna van daxuyanî û îdiayan derxe.”

Piştî daxuyaniya dewleta Tirk koma Îxwan Muslimîn dest bi rêzeêrişan li ser malperên tevan ên civakî kir. Komê lihevkirin rexne kir û Misir bi plankirina komployan li dijî dewleta Tirk tawanbar kir.

Bi dehan malperên tevna civakî yên girêdayî Koma Îxwan Muslimîn bi rêya belavkirina rapor û wêneyên nerast êrişî lihevkirinê kir.

Pispor û rayedarên cuda propagandayên malperên tevna civakî yên ku îdia dikin ku lihevkirina di navbera Misir û Yewnanistanê de rê daye ku xeta lûleyên gazê yên Îsraîlê East Med gazê bide Ewropayê, derewandin.

(şx)