​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê herêma Efrînê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û meclisa xwe ava kir.

​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
​​​​​​​1.Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê li dar ket
11 tîrmeh, 2020   15:23
ŞEHBA

Bi diruşmeya "Sûriye demokratîk ne navendî..Pêşxistina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk ", Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê kongreya xwe ya yekemîn li kampa Serdemê li dar xist.

Di kongreyê de 500 kes ji nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, endamên meclis, komîte û saziyên herêmî beşdar bûn.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Mihemed Reşîd perspektîfên rêveberiya giştî ya partiyê xwendin, tê de siyasetên dewletên derve yên ku ji bo parastina berjewendiyên xwe mudaxeleya Sûriyê kirin hatin destnîşankirin, her wiha hate gotin ku Koronavîrusê ji cîhanê re da xuyakirin ku dewletên kapîtalîst jiyana mirovan paşguh dike. Dîsa jî hate diyarkirin ku armanc ji ferzkirina Qanûna Qeyser ew e ku rejîm li gorî siyasetên DYA'yê yên li Rojhilata Navîn tevbigere.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî bal kişand ser rola ciwanan di avakirina Sûriyeke demokratîk de destnîşan kir û got:  "Di vê pêvajoya hestiyar de erkeke mezin dikeve ser milê ciwanan ku Sûriyê ji vê aloziyê xilas bikin û ewlehiyê vegerîne."

El-Qeftan diyar kir " Tevî hemû zextên ku dewletên dijber ji bo derxistina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk tînin, sîstema neteweya demokratîk daxwaza hemû gelên Sûriyê ye, ji ber ku ev proje dê Sûriyê bike demokratîk ne navendî."

Piştî axaftina serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê rapora xebatên du salan a partiyê ya herêma Efrînê hate xwendin.

Piştre jî hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Mihemed Reşîd bû serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê (Kantona Efrîn û Şehbayê) û Rûweş Elo jî bû cîgira wî.  Her wiha 25 endamên meclisa partiyê ya herêma Efrînê hatin hilbijartin.

Tê payîn ku kongrê wê bi encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wQpKLguSTH0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>