Îbrahîm El-Qeftan: Divê çareserî dikeve destê Sûriyan

Îbrahîm El-Qeftan bang li aliyên bi nakok ên Sûriyê kirin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û ji bo avakirina Sûriyeke demorkatîk ne navendî tevbigerin .

Îbrahîm El-Qeftan: Divê çareserî dikeve destê Sûriyan
11 tîrmeh, 2020   15:56
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Efrînê kongreya xwe ya yekemîn li kampa Serdemê li dar xist. Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan di kongreyê de amade bû, axivî.

El-Qeftan berxwedana Efrînê silav kir û got: "Em berxwedana Efrînê ya 58 rojan û ya zêdeyî du salan li Şehbayê silav dikin. Tevî hemû şert û mercên giran berxwedana Efrînê nehat şikandin."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek zext li ser Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hatin kirin da ku xebatên wê têk bibin,lê bi saya keda şehîdan têkoşîna partiyê hîna serkeftî ye û wiha pêde çû: "Bi saya keda şehîdên partiyê yên ku ji bo xizmeta partiyê û berfirehbûna wê gav paşde ne avêtin Partiya Sûriyê ya Pêşerojê xebatên xwe didomîne û hemû cûryên zext, ji qetilkirin, revandin û dilgirtin ku li dijî kadroyên wê hatin meşandin derbas kir."

Îbrahîm El-Qeftan bang li hikumeta Sûriyê kir ku bi aliyên demokratîk ên li Sûriyê tevlî diyalogan bibe da ku çareseriyeke ji aloziya Sûriyê re were dîtin û got: "Sûriyê di pêvajoyeke hestiyar de derbas dibe ku aloziya wê di lûtkeyê de ye. Em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi hemû aliyên demorkat ên Sûriyê re bikeve nava diyalgoan da ku dawî li aloziyê were."

El-Qeftan destnîşan kir ku dewletên derve ne ji bo çareseriya aloziyê, lê ji bo parastina berjewendiyên xwe mudaxeleya Sûriyê dikin û wiha dom da axaftina xwe : "Lihevkirinên ku di encamên civînên welatên derve yên ku mudaxeleya Sûriyê de dê aloziyê kûrtir bike. Ji ber ku dewletên derve ji bo xizmeta daxwazên gelê Sûriyê naxebitin, opozisyona heyî jî xizmeta daxwaza kolana nake. Em bang li aliyên bi nakok dikin ku bêyî guhertina zihniyetê wê çareserî ne pêkane be, heta ku hikumeta heyî hilweşe, lê bi heman zihniyetê alozî çareser nabe."

Serokê Partiya Sûriya ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku divê çareserî bikeve dest Sûriyan "Divê rêveberiya gel were ferzkirina di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de demokrasî were afirandin. Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hewl dide şoreşê vegerîne xeta wê ya dirust. Ji ber ku avakirina nifşek ciwaneke xwedî giyaneke netewî dê Sûriyê ber bi aştî û ewlehiyê ve bibe."

ANHA