Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir

Li Akadimiya Şehîd Elî El-Milhim a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê, dewreya ``Şehîd  Salih`` a rêveberan bi dawî bû.

Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
Hêzên Ewlekariyê dewreya perwedeyê ya rêveberan bi dawî kir
11 tîrmeh, 2020   14:52
TEBQA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê di çarçoveya planan de ya ji bo bilindkirina asta endamên xwe di hemû qad û pisportiyan de mehek beriya niha dewriyeke perwerdeyê ya rêveberan dabû destpêkirin.

41 endam tevlî dewreya perwerdeyê bibûn. Di dewreyê de wane li ser hunera rêveberî, rêxistin û pêşxistina projeya neteweya demokratîk di civakî de hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Hejmarek mezin ji ferrmandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê û nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Tebqa û Reqayê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê derçûnê de Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesrib El-Hesûn axivî û got:`` Bi rêya van perwerdeyan em nameyeke bi nirx û giranbuha di pêkanîna pîvanên şaristaniyê û aktîfkirina mekanîzmeya pêşxistina gelan de didin. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû hêza xwe ji bo ji bo xurtkirina baweriya gel bi hêza me û ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya herêmê xwe dixebitin."

Di dawiya merasîmê de, endamên tevlî perwerdeyê bibûn sûnda parastina destkeftiyên şehîdan û ewlehiya herêmê xwarin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn plaket û wêneyê şehîd diyarî malbata şehîd Salih El-Xilêf kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Xilêf beriya du mehan di êrişeke hovane ya şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de li bajarok Mensûrayê şehîd bû.

ANHA