Çalakiya hefteya çandê di roja 5'an de didome

Çalakiya hefteya çandê ya Kevana Zêrîn a herêma Efrînê di roja 5'an de didome.

Çalakiya hefteya çandê di roja 5'an de didome
Çalakiya hefteya çandê di roja 5'an de didome
Çalakiya hefteya çandê di roja 5'an de didome
4 tîrmeh, 2020   18:35
ŞEHBA

Çalakiya hefteya çandê ya ku Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê organize kiriye, di roja 5'an de didome. Çalakî îro li kampa Serdemê ya gundê Til Sosîn a girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan didome.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn Nebîha Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir, behsa fedekariyên jinan û girêdana wan a bi çandê ve kir.

Nebîha Mihemed got: "Jin rolek sereke di parastina çand û şaristaniyê de dilîze."

Koma Avesta ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stranên şoreşgerî û folklorî, koma Ronahî ya zarokan dîlanên folklorî yên Efrînê pêşkêş kirin.

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn Emel Umer û Buharîn Silêman li ser şehîd Zîlan helbest xwendin. Koma Barîn a Tevgera Kevana Zêrîn şanoyek li parastina paqijiya şexsî pêşkêş kir.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Çalakiya sibe wê li gundê Banisê yê Şehbayê were lidarxistin.

ANHA