Ji Lîbyayê  Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê behsa mayîna domdar kir

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Helûsî Akar rewşa leşkerên xwe yên li Lîbyayê şopand, daxuyaniyên şantajkirinê  da ku behsa "Serdestiya Tirkiyê û mayîna heta hetayê" dike.

Ji Lîbyayê  Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê behsa mayîna domdar kir
4 tîrmeh, 2020   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serdana keştiyeke şer a Tirkiyê li beramberî beravên Lîbyayê de Helûsî Akar rewşa leşkerên xwe yên li Lîbyayê şopand. Her wiha nexweşxaneya Miêtîqiya ya leşkerî şopand.

Akar got: "Di derya, bejahî û heta welatê şîn de û li her deverekê ku serweriya me lê heye, em ê hemû erkên xwe pêk bînin. Dîrokeke me ya hevpar li herêmê heye ku vedigere 500 salan..pîşeyên me ji herêmê vekişiyan, lê em ê ji bo edaletê û heqiyê di çarçoveya qanûna navnetewî de çi ji me were xwestin em ê bikin. Em heta heteyê bi birayên xwe yên Lîbyayî li vir bin." Bi vê îşaretê bi hikumeta El-Serac dike.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê got: "Tu kes gumanê bi vê helwesta me nake an jî texmîn bike em ê jê vegerin..Hêzên deryayî yên Tirkiyê li deryaya Spî, deryaya Ege û deryaya reş erkê xwe bi rêk û pêk tînin..Hûn erkên parastina ewlehiyê û avantajên welatê xwe bi cih tînin."

Akar got: "Divê her kes fêm bike bi dûrxistina Tirkiyê re tu çareserî nine."

Akar di daxuyaniyên xwe de "Qibrisiyên Tirk" kir hincetên destwerdanên xwe li dewelatên Rojhilata Navîn û got: "Mafê garantor ê Tirkiyê di Qibirsê de heye. Em ê mafên xwe û mafên biryarên xwe yên Qibirisiyên Tirk ên li herêmê biparêzin. Em derfet nadin tu kesî ku destdirêjî mafên me û qezenciyên me yên di herêmê de bikin."