Li kampa Holê sûcên jinên DAIŞ'î: 4 kon hatin şewitandin

Jinên DAIŞ'î yên di kampa Holê de, 4 konên penaberên Iraqê şewitandin. Ji ber şewatê tenê ziyanên madî çêbûn.

Li kampa Holê sûcên jinên DAIŞ'î: 4 kon hatin şewitandin
4 tîrmeh, 2020   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji hundirê kampa Holê diyar kirin ku jinên DAIŞ'î di beşê penaberên Iraqê de 4 kon şewitandin. Ji ber şewatê tenê ziyanên madî çêbûn.

Hate ragihandin ku jinên DAIŞ'ê diruşmeyên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê li ser dîwarê odeyeke biçûk a Hêzên Ewlekariya Hundirîn nivisandin.

Kompa Holê ya herî xeter li cîhanê ye, bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de hene, ku sûcên kuştin û tundî û şewitandinê dikin.

ANHA