ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-6-2020`AN
25 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Hişbiriyê ya Cîhanê kongreyekê li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 18:00'.  Bi heman boneyê Hêzên Asayîşê ya herêma Firatê miqdarek madeyên hişbirê ku di demên berê de desteser kiribûn, li derdora bajarê Kobanê telif dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina êrişa hawayî ya li ser gundê Helîncê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şêniyên kantonê çalakiyekê li pêşiya navenda hêzên Rûsyayê ya rojavayê bajarê li dar dixin û ji Rûsyayê dixwazin ku sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyne, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê û Kobanê tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo gotin, tevgera rizgariya Kurdistanê keleha parastina gelê Kurd û gelên Kurdistanê ye, her xeteriyek li ser tevgerê di heman demê de xeterî li ser gelê Kurd e. Şêniyan gotin divê hikumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe ya li hemberî êrişên Tirkiyê diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Îsmaîl Dêrik yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Piştî ku fikr û felseya rêber Abdullah Ocalan dinase, berî dide çiyayên Kurdistanê. Di demeke kurt de dibe endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê. Di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker de di sala 1990'an de tev li karwanê şehîdan dibe. Bi beşdarbûna bi hezaran di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkoşîna wî mayînde dimîne.

- Rûspiyê êla Benî Saîd a Minbicê Fehid El-Şilaş daxuyaniya lihevkirina pêşîn pîroz kir û got: “Girîngiya pêvajoya bê û pêwîstiya pêkanîna yekîtiyek çalak destnîşan kir. Yekitiya Kurd ji tevahiya pêkhateyên herêmê re hêz e û rêya rêgirtina li pêşiya dagirkeriya Tirk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Kurd ên herêma Firatê gavên partiyên siyasî di çarçoveya çareserkirina doza Kurd de bi girîng wesifanin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Komkujiya Kobanê, yek ji hovanetirîn sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Kurd e. Wek bi sedan şêniyan, jina bi navê Şeyba Ebrûş (50) jî hevjîn û kurê xwe di komkujiyê de winda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Meclisa Êlên Kurd a Hesekê Ekrem Hec Îbrahîm got: “Ji hemû partiyên Kurd tê xwestin ku bi giyana berpirsyariyê tev bigerin û tawîzan bidin da ku vê nêzîkbûna di navbera xwe de bi ser bixin. Divê rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bê girtin. Ji bo biserxistina yekîtiya Kurd divê em pişta hevdu bernedin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê zanistên siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Abîr El-Heyalî got: “Tirkiye bi rêya guhertina demografik, hewl dide Kurdan tune bike. Tirkiye xwedî dosyayek tijî binpêkirinên li dijî mafên mirovan e, bi taybet jî li dijî jinê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Lîna Berekat diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd bi hinceta parastina ewlehiya xwe ji rastiyê dûr in. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê jinê dike hedef ji bo ku vîna wê bişkîne û got: "Sûcên Tirkiyê li herêmê, berteka wê li dijî şoreşa jinê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên navçeya Dirbêsiyê bang li jinan kirin ku dakevin qadan û bang li raya giştî bikin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker rawestînin. Li aliyekî din rewşenbîrên jin ên bajarê Minbicê bang li civaka navdewletî kirin ku li hember siyasetên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne meşandin bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Efrîniyek deteyên jiyana di bajarê dagirkirî de yê ku bûyer çavkaniya belavbûna terorê û çetebûnê vedibêje. Dîmen pir in, qetilkirina zarokan an jî leşkerkirina wan. Talankirina eşkere û revandin. Afirandina rêbazên cuda di îşkencekirinê de. Ev hemû di bin ala Tirkiyê de li Efrînê rû didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya herêma Efrînê hewl dide projeya kehrebeyê berdewam bike. Piştî aktîvkirina sê ceneretoran bi hêza hezar û 800 wat xetên kehrebeyê(ampîr) li bajarokê Kefer Naya li kantona Şehbayê dirêj kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-75 malbat ên di kampa koçberên Girê Spî de ku li benda çadiran in. Rêveberiya kampê rêxistinên mirovî rexne kir ji ber ku banga wan a alîkardayîna bi koçberan re nebersivandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA