Lîna Berekat: Sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, berteka wê ya li hemberî şoreşa jinan e

Lîna Berekat diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd bi hinceta parastina ewlehiya xwe, ji rastiyê dûr in. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye jinan dike hedef ji bo ku vîna wan bişikîne û got "Sûcên Tirkiyê yên li herêmê, berteka wê y li dijî şoreşa jinan e."

Lîna Berekat: Sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, berteka wê ya li hemberî şoreşa jinan e
26 hezîran, 2020   06:05
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Di vê dawiyê de piştî zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên tundiyê li dijî jinan di hewldanekê de ji bo tunekirina nasnameya jinan, zêde bûn. Bi şêwazekê ku metirsiyan diafirîne.

Girêdayî mijarê ji Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ji ANHA`yê re axivî. Lîna bi bîr xist ku êdî timayên Tirkiyê li xaka Sûriyê û rola wê ya neyînî ku ji destpêka aloziyê ve heta roja me ya îro dilîze, li ser kesekî nayê veşartin.

Lîna wiha domand: "Dewleta Tirk li ser Sûriyê bi giştî xeter e. Roleke neyînî û kirêt di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi rêya kongreya Astanayê dilîze. Rê li pêşiya hêzên siyasî li hundir girt ji bo ku tev li vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê nebin. Helbet Tirkiyê rola xwe ya nerewa di dagirkirina axa Sûriyê de didomîne mîna Bab, Ezaz, Idlib, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Gef û timayên wê ji bo pêkanîna xewna Tirkiyê ya Mîsaqa Millî de û vegerandina herêmên ku Osmaniya ji ber lihevkirina Lozanê wenda kirine û lihevkirinên ku li ser hesabê gelê Sûriyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mohr kirine, berdewam in." 

Lîna îşaretpê kir ku Tirkiyê di êrişên xwe de li dijî Sûriyê gelek sûc kirin ku digihêjin asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê. Tevî wê jî bêdengiyek heye. Ji wê zêdetir piştgiriyek heye ji bo ku sûcên xwe yên der mirovî berdewam bike.

Di nav gotinên xwe de Lîna anî ziman ku Tirkiyê armanc dike demografiya herêmê biguhere, bi hinceta ewlehiya xwe beşên ji Sûriyê dagir bikin û jê qut bike û got: "Çawa gelê sûrî ewlehiya wê tehdîd dikin? Gelo Tirkiyê û komên alîgirên wê li Lîbyayê çi dikin? Çeteyên wê li bakurê Iraqê çi dikin? Gelo ew herêmê li dijî ewlehiya wê xeter in. ev îsbat dike ku ew hewl dide imperatoriya Osmanî vegerîne û herêmên ku wenda kirine careke din kontrol bike."

SÛCÊN TIRKIYÊ LI HERÊMÊ BERKETA WÊ LI HEMBERÎ ŞOREŞA JİNANYE

Lîna bal kişand ser êrişên ku jinanbi taybet dikin hedef û got: "Tirkiyê hewl dide vîna jinanbişkîne da ku nameyekê bide tevahiya jinên ku li hember zulmê serî hildan e û di warên siyasî û leşkerî de rol lîstine, ku zaîf û kole bimînin."

Lîna berdewam kir û got: "Sûcên Tirkiyê li dijî jinan, berteka wê li hemberî şoreşa jinanye. Jina ku rolek pêşeng di tevahiya deste û meclisan de lîst. Pêşket û êdî bû xwedî biryar. Lewra jinan dike hedef da ku destkeftiyên bi dest xistine têk bibe û cureyek tires di dilê her jinekê de ku di warên siyasî, leşkerî û sivîl de kar dike biafrîne. Da ku hertim wek koleya mêr bimîne."

Lîna Berekat di dawiyê de got: "Dema jin radibe civak bi tevahî radibe. Ev jî bi awayekî erênî bandor li çareserkirina aloziya Sûriyê dike. Lewra Tirkiyê nexwaze alozî çareser bibe. Ji ber ku çendîn alozî dirêj kir, ew dikeve berjewendiya dagirkera Tirk."

(şx)

ANHA