​​​​​​​Abîr El-Heyalî: Dosyaya Tirkiyê tijî binpêkirin in

Lêkolînerê zanistên siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Abîr El-Heyalî got: “Tirkiye bi rêya guhertina demografik, hewl dide Kurdan tune bike. Tirkiye xwedî dosyayek tijî binpêkirinên li dijî mafên mirovan e, bi taybet jî li dijî jinê.”

​​​​​​​Abîr El-Heyalî: Dosyaya Tirkiyê tijî binpêkirin in
26 hezîran, 2020   03:54
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Dewleta Tirk binpêkirina serdestiya dewletên cîran didomîne, gelên wê dike hedef û komkujiyan li dijî wan pêk tîne. Sûdê ji bêdengiya navdewletî, NY digire.

Tirkiye bi awayekî yekser axa Sûriyê, Iraq û Lîbyayê dagir dike. Bi rêya ajandeyên xwe yên ixwanan mîna Partiya Reform li Yemenê û Tevgera Pêşketin li Tunisê û kesayetên sinî di bin perdeya rêxistinên mirovî derbasî nava dewletan dibe. Baregehên wê li gelek dewletan hene mîna Somal û Qeterê.

Şîrovekar lihev dikin ku armanca sereke ya Tirkiyê vejandina serfiraziyên Osmaniyan û tunekirina hebûna Kurd li herêmê ye. Lewra komkujiyên xwe li dijî gelê Kurd li herêmên hebûna wî didomîne. Komkujiya dawîn, komkujiya ku di encama êrişa balafira bê mirov a Tirkiyê de li dijî rêveberên Kongreya Star li gundê Helinc li Kobanê di 23`yê Hezîranê de.

Di vî warî de ANHA`yê hevdîtinek bi lêkolînera zanistên siyasî û têkiliyên navdewletî Dr.Abîr El-Heyalî re çêkir. Abîr destnîşan kir ku armancên Tirkiyê li herêmê diyar bûn, piştî ku bi awayekî yekser mudexeleya Sûriyê kir û got: "Ev mudexele rê li pêşiya mudexeleyên siyasî û aborî di Welatê Ereban de vekir. Bêguman Erdogan hewl dide serfiraziyên neviyên xwe yên Osmaniya li herêmê kom bike."

Dr.Abrî diyar kir ku Tirkiyê hêvî dike hebûna Kurd li herêmê bi rêya pêkhanîna guhertina demografîk li ser sînorên xwe tune bike û got: “Tevî hewldana wê ji bo ku heta asta dikare beşên Sûriyê qut bike heye. Lê mudexeleya Tirkiyê di Lîbyayê de niyatên wê ya mêtîngerî bi awayekî fermî û eşkere ji civaka navdewletî re xuya kir. Çavê Tirkiyê di gaz û petrola Lîbyayê de heye. Ji ber wê bi lez baregehên xwe yên leşkerî ava kirin da ku karibe planên xwe yên mêtîngerî temam bike. Mîna wê jî li Iraqê Tirkiyê bi hêzê hinek bajarên ku berê binav kiriye Tirk in, dagir dike. Her wiha bi rêya koma Ixwan Musliman hewl dide eniya Tunisê jî bişkîne.”

Di nav gotinên xwe de Abîr îşaret bi tevgerên Tirkiyê li herêmê kir û got: “Ew di bin sîwana Amerîka de pêk tîne. Di sala 2012`an de di destpêka aloziya Sûriyê de gelek rapor belav bûn ku beha lihevkirinek Amerîka dikin. Ji ber têkilbûna berjewendiyan û girêkbûna wê, mînak bi Rûsyayê re, dewletên din bi baldarî nêzî mijarê dibin. Tirkiye bi rêya komek mezin ji dosyayan di serî de dosyaya penaberan, Yekitiya Ewropa heta niha rawestand. Dosyayên veşatî jî hene lê ne girêdayî penaberan e lê belê girêdayî derbaskirina terorê ji Ewropayê re bi rêya deryayê.”

Derbarê hedefgirtina jinan de Dr.Abîr got: "Îro li Tirkiyê ger mirov tenê nêrînên xwe rave bike di xeteriyek mezin de ye. Hikumeta tirkiyê hewldana derbeya leşkerî di 2016`an de ya ku bin ketiye bi kar anî û bi zanabûn siyaseta tirsandinê belav kir. Bi sedan saziyên sivîl girtin. Dengê rojnamevanan qut kir. Tirkiyê di warê hejmara rojnamevanên giştî de di cîhanê de di radeya yekemîn de ye. Ev jî ji hêla Rêxistina Efû ya Navdewletî ve hatiye belgekirin."

Dr.Abîr diyar kir ku Tirkiye bi zanabûn atmosfera tirsandinê belav dike, nîqaşa fikrê pirrengiyê û azadiyê tune dike. Dr. Abîr got: “Ev her du pîvan zemîna bingehîn a têgeha civaka demokratîk e. AKP`ê hêvî dike serdema împeratoriyan vegerîne. Tirkiye xwedî dosyayek tije binpêkirinên mafên mirovan e, bi taybet jî li dijî jinê. Li gel bêdengiya hikumetê hejmarek mezin a bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin. Demokrasiya ku Tirkiyê îdia dike, tenê xuyaneg e."

Dr.Abîr girêdayî rêyên rawestandina Tirkiyê wiha got: “Divê koordîneyek navdewletî hebe da ku kirinên wê yên fireh ruxmî çarçoveya Amerîka bêne rawestandin. Her wiha divê koordîneyek ewropî-rûsî û vedîtina makenîzeya rawestandina Tirkan hebe. Ereban dest bi tevgerê kirin lê dereng man. Vedîtina rol û biryarek erebî yekgirtî jî li gel parçebûna têkiliyên erebî gelek dijwar e. Sûriye hîna bi Rûsya û Îranê re kar dike da ku li hember terora Tirkiyê li gel tunebûna rola Erebî bisekine."

Di dawiyê de lêkolînera zanistên siyasî û têkiliyên navdewletî Dr.Abîr El-Heyalî got: "Dibe ku Ereb girîngiya piştgiriya Sûriyê di şerê wê li dijî terora Tirkiyê de bibînin. Ji ber ku ew ê derbeyek xurt bi bandor li dijî Tirkiyê be."

(şx)

ANHA