Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin

Bi merasîmekî bi heybet cenazeyê şehîdên komkujiya li gundê Helîncê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
Jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Emîna bi merasîmekê girsayî hatin oxirkirin
25 hezîran, 2020   17:30
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê cenazeyên endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û jina welatparêz xwediya malê Emîna Weysî yên ku 23'yê Hezîranê di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helîncê yê  Kobanê şehîd bûn li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî, xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: "Em şehîdên êrişa nemerd bi bîr tînin.  Êrişa faşîmza deweta Tirk wekî tolhildana ji terorîstan e yên ku beriya çend salan li vir li bajarê Kobanê şikestin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Heyva Erebo jî got: "Em îro sê jinên şoreşger ên ku ji bo azadiyê giyanê xwe dane oxir dikin. Di kesayta van hersê jinan de yên ji bo keramet û azadiyê jinê têkoşiyan em dibînin ku dijminê mirovahiyê hemû jinan dikin hedef."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê Remezan Mele Xelîl got: "Em ji dijminê mirovahî û dijminê gelê Kurd re dibêjin ku em  xeta şehîdan bişopînin, em ê hêza dijmin bişkînin, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Çawa me DAIŞ li Kobanê têk bir em ê Erdogan jî têk bibin."

Piştre nasnameyên hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê her sê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZTX8wouWC6I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>