​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Silêmaniyê bomebaran dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk di van kêliyan de gundê Kunemasî yê ser  bi şarbajar a Silêmaniyê bombebaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Silêmaniyê bomebaran dike
25 hezîran, 2020   16:24
​​​​​​​  NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya di ANF'ê hatiye parvekirin de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Kunemasî yê girêdayî Şarbajar a Silmaniyê dibarîne.

Roj News'ê jî ku agahiyên xwe ji herêmê girtine, ragihand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker otomobîlek kirine armanc û di encama bombebaranê de de şehîd û birîndar hene.