Hemas: Projeya îlhaqê wekî ragihandina şer e

Tabûrên Ezedîn El-Qesam ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê got, biryara Îsraîlê ya îlhaqa Difa ya Rojava û Exwarê mîna ragihandina şer li dijî gelê Fililstînê ye.

Hemas: Projeya îlhaqê wekî ragihandina şer e
25 hezîran, 2020   17:55
XEZA

Berdevkê Tabûrên Ezedîn El-Qesam ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Ebû Ubeyda di salvgera  4'an a operasyona revandina leşkerê Îsraîlê Gilad Shalit de got:" Di vî şerî de berxwedan dê parêzvanê dilsoz  û wefedarê parastina xak, gel û pîrozgehên wê xwe be."

Ebû Ubeyda anî ziman " Li hemberî vê biryar û projeya dagirkerî ya sûc em  zêde na axvin û em zêde daxuyaniyan nadin. Lê em çend peyvên diyar dibêjin divê dagirker û kesên li pişta wê baş fêm bikin."

Berdevkê Tabûrên Ezedîn El-Qesam her wiha anî ziman ku:"Berxwedana Hemasê dibîne ku biryara dagirker a îlhaqa Difeya Rojava û Exwarê mîna ragihandina şer li dijî gelê Filistînê ye."

Tê payîn ku di destpêka meha Tîrmehê Îsraîlê projeya îlhaqa Difeya rojava ji bo serdestiya xwe ragihanîne.