Jinên Dêrazorê komkujiya li gundê Helîncê şermezar kirin

Jinên gundewarê rojavayê Dêrazorê komkujiya li gundê Helîncê ya Kobanê şermezar kirin ku di encamê de 3 jin şehîd bûn.

Jinên Dêrazorê komkujiya li gundê Helîncê şermezar kirin
25 hezîran, 2020   15:27
DÊRAZOR

Bi dehan jinên gundewarê rojavayê Dêrazorê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Helîncê ya Kobanê şermezar kirin ku dewleta Tirk a dagirker 23'yê Hezîranê bi balafirên bê mirov pêk anîbû û di encamê de 3 jin şehîd bûn, 2 jê endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û kesayeta welatparêz Emîna Weysî.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Sivîl ji aliyê endama Rêveberiya Jinê Fatima Merwan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi nave nûnerên jin ên gundewarê Dêrazorê û bi nave jinên gundewarê rojavayê Dêrazorê em komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî jinên Kobanê pêk anîbûn şermezar dikin. Sûcên Erdogan gihaştin asteke  jor. Lê li hemberî vê civaka navdewletî bêdeng e."

Jinan di daxuyaniyê de banga şopandina xeta şehîdan û mezinkirina têkoşînê kirn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AULyyDhMltc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>