Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd re xwest

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd ê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xwest.Cenazeya şehîd Mahir Iweyîd duh hate veşartin.

Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mahir Iweyîd re xwest
25 hezîran, 2020   12:14
TEBQA

Îro bi dehan endamên komîteyan, gerînendetiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Tebqayê ya Leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî konê sersaxiyê yê şehîd Mahir Iweyîd ê li taxa Rafîdên ê li naverasta bajarê Tebqayê bûn.

Şandeya sersaxî ji malbata Şehîd Mahir re xwestin û jînenîgariya şehîd a 3 salên tevlêbûna nava Hêzên Ewlekariya Hudirîn û rola ku di xurtkirin û pêşxistina sîstema ewlekariyê de anîn ziman.

Beşdaran da zanîn ku ew ê şehîd Mahir di kesayeta wan de her sax be û soza şopandina rêya şehîd a azadiyê û rûmetê dan, da ku parastina welat bikin.

Şehîd Mahir Iweyid bi nasnav Mahir beriya du rojan dema li gundewarên bajarê Tebqayê bi erka xwe radibû, şehîd ket.

(eh)

ANHA