Ji Komîteya Parastina Nîştimanî banga helwesta li dijî dagirkeriyê

Komîteya Parastina Nîştimanî bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bide û bêdengiyê bişikîne.

Ji Komîteya Parastina Nîştimanî banga helwesta li dijî dagirkeriyê
25 hezîran, 2020   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN  

Komîteya Parastina Nîştimanî ku ji hejmarek rewşenbîr, rojnameger, mamostayên zanîngehê û aktîvîstên Başûrê Kurdistanê pêk tê, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk peyamek pêşkêşî qada navneteweyî kir. Peyam bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî hate dayîn.

Peyam wiha ye:

“Birêz Papayê Vatîkanê, birêz serokên welatên cîhanê, birêz parlamenterên welatên cîhanê, birêz rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê, birêz sefîrên welatan ên li Kurdistanê;

Di demekê de ku cîhan li dijî vîrusa koronayê di nava şerekî hevbeş de ye û ziyana gelê me jî ne kêm e, her wiha li cihanê pêngava rawestandina şer heye, em jî weke qurbanê şer piştgiriya vê pêngava cîhanê ya bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên yekbûyî dikin. Di vê dema nexweş de agadarin ku Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, pêkhate û baweriyên herêmê dest bi şerek berfireh kiriye.

Li Herêma Kurdistana Iraqê bi riya bejahî û êrişên hewayî gund û herêmên sivîlan bombebaran dike. Êrişî Wargeha Mexmûr dike. Bi çekên zîrek û balafirên bê mirov êriş dike. Di demekî ku wargeh li jêr serweriya Neteweyên Yekbûyî de ye û di çarçoveya dewletek xwendî serwerî de ye. Di heman demê de mîna DAIŞ’ê êrişî Êzidiyên Şengalê û Xiristiyanên herêma Amêdiyê û Batûfa dike. Ji nû ve wan koçber dike. Li herêmê hêzên xwe yên leşkerî bi cih dike. Bi awayek eşkere herêmê dagir dike.

Di 36 salên borî de 31 caran êrîşî Herêma Kurdistanê ya Iraqê kiriye û bi sedan welatiyên sivîl kiriye qurbanî. Niha bi eşkere 29 baregehên Tirkiyeyêli herêmê hene. Niha şerekî berfireh bi dirêjiya sedan kîlometreyan ji Zaxo heta Sîdekan daye destpê kirin.

Di heman demê de li Başûr û Rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) rojane girtîgehên nû ava dike, şoreşger û rewşenbîrên Kurd û Tirk têxitê. Nirxên demokrasî û mirovahiyê binpê dike. Nûnerên rasteqîn ên xelkê ji şaredariyê û parlamentoyê dertêxe. Mijûle li ber çavê civaka navneteweyî gund û bajarên Kurdistanê wêran bike.

Li Rojava (Sûriye) bi eşkere serweriya dewletek endamê Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Bajarê Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û çend herêmên din bi piştgiriya komên terorîst dagir kiriye. Çekên fisfur û qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anî. Dehan tawanên wê di medya cîhanê de belav bûn ku van rastiyan îspat dike. Bi awayek plan ji bo hatî danîn welatiyên Efrîn, Serêkaniyê û…. Qetil dike û malbatên komên çeteyan li warên wan bi cih dike. Bi hînceta avakirina herêma aram, lê di rastiyê de herêma tewane. Bi awayekî rêxistinkirî demografiya van herêman diguhere.

Ev reftarên dewleta Tirk  bi giştî binpêkirinên yasayên navneteweyî û madên peywendî bi mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî ye. Dikeve çarçoveya sûcê şer û tewanê li dijî mirovahiyê. Ev tewanên dewleta Tirk gefê li aştî û aramiya herêmê û cîhanê dike. Bi armanca dawîanîna vê rûpela xwînî ya dîrokê ya vî welatê dagirker ku mijûle hemû hrêmê bike gola xwînê pêwîst e rêz li hebûn, mafên Kurd û pêkhateyên olî û neteweyên din bigirin û xaka me biparêzin.

Em daxwazê ji we birêzan dikin ku erka xwe ya mirovî rabin ku hun hemû wan tawanan dibînin. Desthilata xwe bi kar bînin, ji bo ku van hemû tewanên dijwar ên navneteweyî. Pêwîste di vê qonaxa hestyar de bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabîn û jiyana dehan milyon mirov ji tinekirinê biparêzin.

Daxwazê dikin ku bêdengiya xwe bişkênin. Ji bo prensîb û nirxê mirovahiyê bibin parêzvan. Bêdengbûna civaka navneteweyî di asta qirkirina miletê de ye. Şermezariyek eşkere û berpirsyartiyek dîrokî ya mezine.

Em li benda helwesta we ya mirovatî ne.”