'Em banga bilindkirina berxwedanê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk dikin'

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê banga bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker kir, di heman demê de bêdengiya civaka navdewletî li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

'Em banga bilindkirina berxwedanê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk dikin'
25 hezîran, 2020   11:28
ŞEHBA

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Kobanê ku di encamê de 3 jinên têkoşer şehîd bûn, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha:

"Diyar e ku dewlet û nexasim dewletên mezin ji dîrokê dersan dernaxin û rê li pêşiya bûyerên trajedîk nagirin, ji dîktatorên sedsala 20`an bigire ku ji cîhanê tevahî re perîşanî anîn, ji wan dîktatoran Hîtler, Mîlosevîc û Sedam Huseyîn ên ku li dijî gelan komkujî pêk anîn û hîn jî şopên wan ên derûnî û civakî hene. Ev şer û dîktatorî tenê ji bo berjewendî û hesabên şaş ên dewletên zilhêz bûn.

Îro jî hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan heman tecrube û ezmûnan dubare dike, nexasim di van deh salên dawîn de ku bi Bihare Gelan hate binavkirin. Dewleta Tirk destwerdana aloziya Sûriyê kir û nakokiyên Sûriyê kûrtir kirin, piştgiriya komên terorîst hem ji aliyê perwerdeyê ve û hem jî ji aliyê pereyan ve kir û gelê Kurd ê ku bi serkêşiya YPG û YPJ`ê li şûnê cîhanê tevahî ve şerê terorîstan dike, kir armanc. Ji keleha berxwedanê Kobanê bigire ku yekemîn bajarê DAIŞ`iyên cîhanî tê de şikestin.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin êdî bûne sûcên şer ên li dijî gelên me yên Efrînê nexasim ên li dijî jinan. Dewleta Tirk rewşa mirovî ya Sûriyê ji aloziya Koronavîrusê bigire û heta bi Qanûna Qeyser derkeve, keysbaz dike û sûcên xwe zêdetir dike. Mînaka herî nêz jî 23`yê meha Hezîrana 2020`an li dijî çalakgerên Kurd ên ji Kobanê komkujî pêk anî, ev jî tê wateya dewleta Tirk li dijî jina Kurd a ku civak bi rê ve bir û li dijî DAIŞ`ê sekinî û li paytexta wan (Reqa) ew têk birin, sûcekekî din pêk tîne.

Ev sûc hemû pêk tê û civaka navdewletî bê deng e, ev bi erka wan a exlaqî û qanûnî re bi nakok e.

Em jî wek Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bêdengiya civaka navdewletî û dewletan li hemberî sûcên dewelta Tirk ên li dijî jina Kurd nexasim bêdengiya Amerîka û Rûsyayê şermezar dikin û banga destwerdana lezgîn dikin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bisekinînin.

Her wiha bang li civaka sivîl a navneteweyî dikin ku piştgiriya gelê Kurd û doza wan a edlane bikin û sûcên şer ên ku dewleta Tirk li dijî xelkên me yên Efrînê û Kobanê pêk tîne, eşkere bike. Di dawiyê de em bang li gelên xwe dikin ku asta berxwedan û têkoşîna bilind bikin, heta ku xaka Sûriyê bi temamî ji artêşa Tirk rizgar bibe."

(eh)

ANHA