Macron: Tirkiyê lîstokeke xeter li Lîbyayê dilîze

Serokê Fransasyê Emmanuel Macron got, Tirkiyê li Lîbyayê lîstokeke xeter dilîze û anî ziman ku wî ev helwesta xwe berê nîşanî hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daye.

Macron: Tirkiyê lîstokeke xeter li Lîbyayê dilîze
22 hezîran, 2020   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Macron got: "Derfeteke li gel min hebû ku ez bi zelelî ji serok Erdogan re bêjim. Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiyê lîstokeke xeter li Lîbyayê dilîze. Ev yek ne li gorî sozên wê yên ku di kongreya Berlînê de dabû."

Macron diyar kir ku wî bi serokê Amerîkayê Donald Trump re aloziya Lîbyayê gotûbêj kirin.

Donald Trump û Emmanuel Macron bi telefonê axivîn, aloziya Lîbyayê gotûbêj kirin û girîngiya pêkanîna agirbestê li Lîbyayê destnîşan kirin.