Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist

Bi diruşmeya "Sûriya demokratîk ne navendî, tepisandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina QSD" rêxistina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya xeta rojhilatê Dêrazorê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya bajarokê Hecînê li dar xist
22 hezîran, 2020   16:45
DÊRAZOR

Bi armanca hilbijartina serok û komîteyên meclisê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya xeta rojhilatê gundewarê Dêrazorê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya li bajarokê Hecînê li dar xist.

Nûnerên saziyên sivîl, meclisên qanûnsaz û rêveber, hevserokên meclisên herêmê û rûspiyên eşîran di kongreyê de amade bûn.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Şêx Nasir El-Teramî axivî banga hevgirtina erebî û  kurdî û pêşxistina aştiya navxweyî di navbera hemû pêkhateyan de kir.

Piştre hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Mihemed El-Esaf wekî serokê buroya herêma rojhilat a Dêrazorê û Tehrîr Ebûd wekî cîgira wî hatin hilbijartin. Her wiha 21 endam hatin hilbijartin.

Mihemed El-Esaf soz şopandina rêya şehîdan û xebata avakirina Sûriyeke pirreng da.

ANHA