Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne

Şêx êlên Tebqayê di hevdîtina xwe de bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re yekitiya neteweyî ya ku QSD û Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, destnîşan kirin û gotin êlên Tebqa beşek nayê parçekirina ji Rêveberiya Xweser e.

Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne
22 hezîran, 2020   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeya êlên Tebqayê kir.

Şandeya êlên Tebqayê ji şêx êla El-Wilde, Hamid El-Feraj, şêx êla El-Sexane, Fewaz El-Bêk, şêx êla El-Bû Xemîs, Hisên El-Raşid, rûspiyê êla El-Nasir şêx Ebdullatîf El-Feraj, rûspiyê êla El-Bû Misra, Feysel El-Cuma, şêxê êla El-Naîm şêx Ebdulrehîm El-Cedûi, rûspiyê êla El-Begara şêx Abdullah El-Midahî, rûspiyê êla El-Wehib şêx Hemîd El-Amale, rûspiyên êla El-Ecîl şêx Ebdulkerîm El-Hewaş, rûspiyê êla El-Wehib şêx Ezîz El-Feyad, rûspiyê êla El-Keno, şêx Ehmed El-Keno, şêx êla El-Ecîl şêx Ziêter El-Ziêter, ji Nivîsgeha Têkiliyên Rêveberiya Xweser a Tebqayê şêx Cemal Cinêtil, şandeyê şêx êla El-Fedan û nûnerê koçeran şêx Teysîr El-Aqad, şêx êla El-Bû Cabir, Nayif El-Dêf û şêx êla El-Hiwêrat, Mihêdî El-Salih pêk dihat.

Beşdaran rewşa jiyanî ya şêniyan, rêbazên piştgiriya welatiyan û pêşxistina şertûmercên jiyanê bi taybet piştî ku qanûna Qeyser kete meriyetê û bihaya lîreya Sûriyê hilweşî, nîqaş kirin. Di hevdîtinê de rêze pêşniyar ji bo piştgiriya warê çandiniyê û siyasetên pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê hatin pêşkêşkirin.

Her wiha rûspiyan geşedanên siyasî yên dawîn li Sûriyê bi fermandarê giştî re gotubêj kirin û destnîşan kirin ku bi jiyan û xebatên hevpar dê bigihêjin çareseriyeke siyasî ku mafên tevahiya pêkhateyan di çarçoveya avakirina pergalek siyasî, demokratîk û ne navendî de dabîn dike, ku berhemên niştimanî bi awayekî adil werin belavkirin, xweserî û serxwebûna dadgehê hebe. Artêşeke hebe ku sînor biparêze û ewlehî û aştiya herêmê misoger bike.

Rûspiyan anî ziman ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û gotin êlên Tebqayê beşek nayê parçekirin ji Rêveberiya Xweser e û dê hewl bidin rêgez û nirxên vê rêveberiya di jiyana hevpar de bidin rûniştandin.

Her wiha rûspiyan rave kir ku ew dagirkirina Tirkiyê beşên mezin ji Sûriyê şermezar dikin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê destnîşan kir.

Fermandarê giştî geşedanên siyasî û leşkerî yên girêdayî karûbarên Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji rûspiyan re şîrove kirin.

(şx)

ANHA

 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1jI_xuhwOoY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>