Di nava koçberên Idlibê de…40 astengdar hene

Di encama şerê dawîn ê ku li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk rû da, bi dehan sivîl astengdar bûn. Di demeke ku çeteyan di şerê xwe de cûdahî nedixistin di navbera leşkeran û sivîlan.

Di nava koçberên Idlibê de…40 astengdar hene
Di nava koçberên Idlibê de…40 astengdar hene
Di nava koçberên Idlibê de…40 astengdar hene
Di nava koçberên Idlibê de…40 astengdar hene
20 hezîran, 2020   08:05
REQA-XALID CUMA

Piştî şerê dawîn ê li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rû da ku di encamê de koçberî çêbûn, bi sedan sivîlan berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî banga Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ku ew amade ne pêşwaziya sivîlên Idlibê li herêmên Rêveberiya Xweser bikin.

Ji ber şer, bi sedan sivîlên Idlibê birîndar bûn, hin ji wan parçeyên laşên xwe winda kirin û hin jî felc bûn, lewma dema koçberan ji tirsa topan ji herêmê diçûn herêmeke din zehemtiya astengdarên dikişandin.

Piştî bi sedan malbat gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser ji wan Reqayê, li herêma Sehel a rojavayê bajarê Reqayê kampeke taybet ji wan re hatin vekirin. Paşê Meclisa Koçberên Idlibê li bajarê Reqayê hate avakirin, da ku ew meclis bi kar û barên koçberan ve mijûl dibe.

Ajansa me rewşa koçberên li kampê û yên li tevahiya bajarê Reqayê bi cih bûne şopand û taybet rewşa kesên astengdaran. Li gorî Meclisa Koçberên Idlibê hate niha 40 kes ji nava koçberên Idlibê astengdar e. 

Koçberê bi navê Dîb Zera yê ji ciyayê Zawiyê yê Idlibê(40) û bavê 4 jinan û niha li malekê li kêleka avahiyên polîsan ên berê yên li naverasta bajarê Reqayê dimîne. Dîb Zera ji ber topbaranê hin parçeyên topê li pişîta wî ketin, her çiqas wî nişter jî çêkirin, lê dîsa jî nîvê laşê wî felc bûye. Astengdarî jî êşa koçberiyê dema ji herêmekê diçûn herêmeke din zêde kir.

Zera rêwîtiya xwe bi trajîdiyê bi nav kir û taybet dema li nava herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine digeriya û astengiyên ew û keçên xwe pê re rû li rû diman heta gihîştin bajarê Reqayê.

Dîb Zera diyar kir ku di dema şer de, ji ber êş şer û vekirina eniyên şer ji aliyê çeteyan ve li li bajarokên ku sivîl têde pir bûn, zehmetî dîtine. Ji ber ku topbaran li ser wan zêde bû.

Dîb Zera bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyê bidin wî, textekî taybet jê re dabîn bikin, ji ber heke text peyda nebe ew ê hîn zêdetir zehmetiyê bikişîne.

Ji aliyekî din ve jî, koçberê bi navê Ehmed Hesen destnîşan kir ku ji ber topbarana dijwar rewşa ewlehiya Idlibê nehate tehemûlkirin. Di heman demê de alîkarî tune bûn, lewma baweriya wan bi komên çeteyan ên ku desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin êdî nema û heta baweriya xwe bi dewleta Tirk bi xwe neman, ji ber ku  îxanet li gel kir û garantiya ewlehiya wan nekir.

Xwişk û keça Ehmed Hesen felc in û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Ehmed Hesen anî ziman ku Meclisa Sivîl a Reqayê di aliyê madeyên xwarinê de alîkarî didin wan, lê pêwîstiya wan bi alîkariyên tenduristî heye.

berpirsê nuqteyeke tenduristiyê ya Meclisa Koçberên Idlibê Hisên El-Elî da zanîn ku astengdar pêwîstiya alîkariyên taybet hene, ji ber malbatên wan nikarin tiştên pêwîst ên wan ji derve bikirin.

Elî bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariya astengdaran bike û wiha domand:"Em hêvî dikin ku her kesên dengê me dibihîse alîkariya astengdaran bike, ji ber zêde hewcedariya wan bi alîkariyê heye."

Hêjayî gotinê ku hîn jî koçberên bajarê Idlibê berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim berê xwe didin Reqa û Minbicê, ji ber vê yekê heta niha 190 malbat hatine Reqayê û muhteml e ku hejmar zêdetir jî bibe ji ber hikumeta Sûriyê û Rûsyayê amadekariyên şerekî li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IRLhSXGgndE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>