Zêdetirî 300 malbatên êzidî vegeriyan warê xwe

Şêniyên herêma Şengalê sala 2014`an ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê koçber bûn û 6 salan li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn, lê niha zêdetirî 300 malbatên êzidî vegeriyan malên xwe.

Zêdetirî 300 malbatên êzidî vegeriyan warê xwe
20 hezîran, 2020   08:34
NAVENA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê 3 Tebaxa 2014`an êrişî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir, li dijî bi hezaran êzidî komkujî pêk anî, bi hezaran sivîl revandin di nav de 5 hezar jinên êzidî jî hebûn.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê ku êzidî wekî fermana 74`an binav dikin, bi hezaran malbat koçber bûn û berê xwe dan Rojava û herêmên Başûrê Kurdistanê, paşê kampên taybet bi koçberên êzidî hatin vekirin.

Piştî 6 salan ji koçberiya li kampên Başûrê Kurdistanê, bi sedan malbatên êzidî vegeriyan Şengalê.

Li gorî agahiyan di hefteya derbasbûyî de zêdetirî 300 malbat vegeriyan navenda bajarê Şengalê, gund û başûrê ciyayê Şengalê.

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya malbatan dikin û hewcedariyan wan dabîn dikin.

Artêşa Tirk a dagirker da ku koçberên êzidî venegerin malên xwe di 15 Hizîranê herêma Şengalê bi zêdetirî 30 carî êrişî Şengalê. Artêşa dagirker bi vê êrişa xwe, tiştên ku çeteyên DAIŞ`ê ku nekarîn dîrok û çanda gelê Kurd nexasim civaka êzidî biçewisîne, dixwazin ew temam bikin.

eh

ANHA