Rojeva rojnameyên erebî – 20 Hezîran

Rojnameyên erebî îro behsa metirsiyên erebî ji tevgerên Tirkiyê li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê û derketina DAIŞ’ê li Lîbyayê, kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 20 Hezîran
20 hezîran, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: FIKRA EREB JI HEMBÛNA TIRKIYÊ YA DOMDAR LI IDLIBÊ HEYE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavkaniyên erebî metirsî û fikarên xwe ji planên dewleta Tirk ên hebûna leşkerî ya domdar li Idlib, bakur û rojavayê Sûriyê bi rasthatina zêdebûna destwerdana Enqere li Lîbya û Iraqê re, anîn ziman."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşuglo got ku welatê wî hewl dide Idlibê bike herêmeke ewle, her wiha tedbîrên nû hatine girtin û jinûve hêzên Tirkiyê û istîxbaratê yên li nuqteyên çavdêriyê yên Idlibê xwe bi cih dikin.

EL-EREB: KED JI NÊZBÛNA HELWESTÊN EREB DER BARÊ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ DE TÊN DAYÎN

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb hin agahî bi dest xistin û wiha nivîsî: "Destwerdanên Tirkiyê, li Lîbya, Iraq û Sûriyê dê nîqaşên li ser wan di civîna wezaretên karên derve yên dewletên Ereb de bên nîqaşkirin, her wiha dê bandor ewlehiya nîştimanî ya Ereb ji van destwerdanan cihê girîngiyê be."

Duh Camiyeya Dewletên Ereb ragihand ku dê civîneke awarte li ser asta wezîrên karên derve ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Lîbya bi rêya vido weke konferansê li dar bixe, piştî ku daxwaza li darxistinê ji şandeya Misirê girt.

EL-BEYAN: DAIŞ DI BIN SÎWANA ERDOGAN DE LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ DERDIKEVE

Rojnameya El-Beyan têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Dîsa bajarê Sebratayê(80 km dikeve rojavayê Terablusê) endamên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di bin sîwana destwerdana Tirkiyê ya bêserûber dihewîne, ew jî piştî ku di Sibata 2016’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, pêk hat."

Çavkaniyan ji El-Beyan re got ku çekdarên DAIŞ’ê êdî eşkere hebûna xwe li bajêr xuya dikin, her wiha li baregeha Beraim û Merkeba Delîl El-Siyahî ku cihên berê lê perwerde dibûn, perwerde dibin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, endamên DAIŞ’ê li Sebratayê bi hemwelatiyên cuda ji Lîbya, Sûriyê, Misir û Tunisê, kom bûne. Ev endam jî rejîma Tirkiyê ji bakurê Sûriyê ji bo piştevaniya milîsên hikumeta Fayiz El-Sîrac şandin Lîbyayê, her wiha alên wan li gelek herêmên bajêr derdikevin.

(fr)