El-Batran: Li şûna bêdengiyê, divê Tirkiye bê darizandin

Çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran diyar kir ku civaka navdelwetî li şûna bêdengiya xwe dikare Tirkiyê darizîne û dozên wê bişîne Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî. Her wiha destnîşan kir ku civaka navdewletî ji bo pêkanîna berjewendiyan, li hember sûcên Tirkiyê bêdeng e.

El-Batran: Li şûna bêdengiyê, divê Tirkiye bê darizandin
20 hezîran, 2020   01:28
MINBIC

Dewleta Tirk şandina çek û çeteyên li Lîbyayê re didomîne. Di dema ku Qibris dagir kiriye, bi awayekî leşkerî mudexele dike da ku beşên ji Sûriyê û Iraqê dagir bike. Li gel wê mudexeleyê sûcên şer li dijî şêniyên resen pêk tîne. Civaka navdewletî li şûna ku vegere pîvanên navdewletî û ewlehiya navdewletî biparêze li hember sûcên Tirkiyê bêdeng dimîne.

Ji bo naskirina nêrîna qanûna navdewletî ji sûcên Tirkiyê re, çalakvan, lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek bajar li bakurê Sûriyê dagir kirin û hovantirîn sûc û komkujî li dijî şêniyên resen pêk anîn.

El-Batran îşaret bi sûcên Tirkiyê yên li Sûriyê kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker sûcên kuştin, jînoside û koçberkirin pêk anîn. Ev sûc li gorî lihevkirina Cinevê ya 1949`an û pergala Roma a taybet ji bo avakirina dadgehên navdewletî, sûcên şer û li dijî mirovahiyê tên hesibandin."

‘LIHEVKIRINÊN NAVDEWLETÎ SÛCÊN TIRKIYÊ TEWANBAR DIKIN’

El-Batran destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya dagirkirina bajarên Sûriyê bi hincetên nerast, qanûnên navdewletî û hevpeymana NY û Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan a sala 1948`an û lihevkirinên Cinevê yên çar ên sala 1949`an binpê dike.

El-Batran wiha domand: "Tirkiyê ji ber tecruberya herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyê gefan lê dixwe. Li gorî benda çar a madeya 2 ji hevpeymana NY`î yak u bikaranîna dewletan hêzê yan jî gefan qedexe dike, Tirkiyê hevpeymana NY`î binpê dike. Me dît ku Tirkiyê axa Sûriyê dagir kir û herêmên din tehdîd dike. Li gorî benda yek a madeya 33 ya hevpeymana NY`î ger nakokiyek di navbera dewletan de hebe, divê aliyên nakok bi danûstandinan nakokiyê çareser bikin yan jî vê nakokiyê bigihînin rêxistinên navdewletî. Tirkiyê dema herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, ev mekanîzme pêk neanî û tevahiya lihevkirinên NY`î binpê kir.”

El-Batran di berdewama gotinên xwe de bal kişand ku timayên Tirkiyê yên mêtingerî gelek in û pirsgirêkn wê bi dewletên cîran re mîna Yewnanistan li ser deryayê Ege hene. El-Batran got: "Tirkiyê xwedî dîrokek sûcdar kevnar e. Di sala 1974`na de Qibirs dagir kir û bi sed hezaran şêniyên resen ji beşên ku dagir kirine dan koçberkirin. Ruxmî derketina biryara Konseya Ewlehiyê ya Navdelwetî ku hêzên Tirkiyê ji Qibirsê derkevin. Lê Tirkiyê tê de ma û dest bi vekolandina petrol û gazê li ava wê ya herêmî kir. tevî ku Qibirs delwetek NY û Yekitiya Ewropayê ye.”

‘TIRKIYÊ ENDAMEK NATO`YE Û PEYMANÊN WÊ BINPÊ DIKE’

El-Batran diyar kir ku ruxmî ku Tirkiyê endama NATO`yê ye lê hevpeymana NATO`yê binpê dike û banga pêkanîna madeyên 4 – 5 ên hevpeymana NATO`yê dike.

El- Batran axaftina xwe wiha domand: “Lê bersîv hat ku Tirkiyê dûrî armanc û hevpeymana NATO`yê tevdigere. Gefên navdewletî jî ji hêla endamên NATO`yê hene ku ceza li Tirkiyê bêne ferzkirin ji ber ku beşên ji Sûriyê jû Iraqê dagir kirin. Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku piştgiriya hikumeta El-Seraj bike. Her wiha bi hikumeta El-Seraj re lihevkirinên girêdayî vekolandina gaz û petrolê mohr kiriye. Tirkiyê ji ber van reftariyan û mudexeleyên wê di gelek dewletên herêmê de rastî nerazîbûnên navdewletî ji hêla NY û Yekitiya Ewropayê ve hat. Kiryarên Tirkiyê îşaretpê dikin ku Tirkiyê hewl dide Osmaniyan bi terzekî nû vegerîne. Mudexeleya karûbarên hundirîn ên dewletên cîran û tevahiya herêmê dike.”

Di dawiyê de çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran diyar kir ku li şûna bêdengiya navdewletî, divê Tirkiyê were muhesebekirin û got: "Mirov dikare bi rêya şandina dozên Tirkiyê ji Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî re wê muhesebe bike. Lê tevahiya desteyên navdewletî çêkerên moderîneteya kapîtalîzim e. Lewra birayar li gorî berjewendiyên van dewletan tên girtin. ji ber wê hinek birayar têne paşguhkirin û hemû bêdeng dimînin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zUVJ9esW5Jg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>