​​​​​​​`Tirkiyê li ser Kurd û Ereb xeter e`

Dagirkeriya Tirk sewqiyatên nû li  gundên Til Temir, navçeya Eyn Îsa û Zirganê zêde dike. Têkildarî mijarê lêkolînerê Sûrî Ehmed El-Dirzî got: “Tirkiye ne tenê gefan li Kurdan dixwe, heman demê de gefan li Lîbya û Misirê jî dixwe.”

​​​​​​​`Tirkiyê li ser Kurd û Ereb xeter e`
20 hezîran, 2020   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN – AZAD SEFO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker beşek ji axa Sûriyê dagir kir, di 24'ê Tebaxa 2016'an de aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Di encama şanoyeke di navbera wê û DAIŞ'ê de herêm dagir kir. Tevî li desthilta Tirkiyê qebûl nekir beşdarî Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê bibe, lê deverên xeta sînor Cerablus, Ezaz û Babê dagir kirin.

Dagirkirin bi erêkirina Rûsyayê pêk hat. Armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker Rêveberiya Xweser a li Cizîr, Kobanê û Efrînê hatin raghaindin derbe bike. Di lihevkirinekê di navber Rûs û Tirkiyê de Efrîn li beramberî Xûtaya Şamê radestî Tirkiyê hate kirin. Dema ku hêzên Rûsya di Çileya 2018'an xwe ji Efrînê kişand û rê li ger dagirkeriya Tirkiyê vekir.

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser kantona Efrînê de sûcên şer li dijî mirovahiyê pêk anîn, gelê Kurd bi zanebûn kir hedef da ku wan ji malên wan koçber bike û dest deyen ser mal û milên wan.  Her wiha Erebên ku li hemberî wan derdiketin heman tişt li dijî wan pê dianîn. Dewleta Tirk di nava bêdengiyeke navdewletî demografiya herêmê guhert.

Li herêmên ku dagirkirine siyasetên tirkkirinê ferz dike, zimanê Tirkî derbasî dibistanan dike, ala Tirkiyê li avahiyan hilda ye û navên deverên veguherand navên Tirkî. Herî dawî pereyê Tirkiyê bi yê Sûrî pevguhert.

Binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker li nesekinin, lê belê di 9'ê Cotmeha 2019'an êrişên Serêkaniyê û Girê Spî kirin û di nava bêdengiya Neteweyên Yekbûyî dagir kirin. Sûcên ku li Efrînê pêk tîne li van herêman jî dûbare dikin.

Di demên dawî de jî êrişî Şengal û wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin, di heman demê de hêzên xwe li gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsan zêde kir û sewqiyeta leşkerî şandin gundên Menacîr û Alya yên Zirganê û gundê nêzî Zirgan û Eyn Îsayê.

Girêdayî mijarê, nivîskar û lêkolînerê Sûrî Ehmed El-Dirzî ji ANHA'yê re axivî û got: "Gefên Tirkiyê yên li ser herêmê gelekî xeter in. Ev gef ji şêweyê hebûn an nebûnê ye. Êriş ne tenê pêkhateyê, di heman demê de Sûriyê bi giştî dike hedef. Tirkiyê Kurdan bi xwe dike hedef lê projeya wê ji wiha mezintir e. "

El-Dirzî got: "Tirkiyê mîrasgerê Osmanî ye, xwe berprisê împratoriya nû an ku projeya Osmaniya nû dibîne ku bûye mijarek xeyalî. Tirkiyê di vî serdemê de û di vê valahiya mezin a ji ber naokiyê navdewletî xeyal dikin ku vê împratoriyê dîsa ava bike."

'ARMANC JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ MEZINTIR E'

Ehmed El-Dirzî diyar kir ku Tirkiyê hemû hincetan derdizîne da ku li herêmê gavan zêde bavêje, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Idlib û Cerablusê û got: "Mijar ji wisa mezintir e, Tirkiyê li Lîbyayê gavan zêde davêje û hewl dide ber bi rojhilat ve biçe, piştre berî xwe bide Misirê û tevahî herêmê."

Lêkolîner û nivîskarê sûrî bal kişand  ku NATO bi serkêşiya DYA`yê nûnertiya hêza rojavayî bi temamî dike. Ev hêz niha di pêvajoyek gelek metirsdar re debars dibe. Ev metirsî mîna ku Macron rave kiriye, bi qelsbûna hegemoniya rojavayî ku 200 sal derbas kiriye, ve girêdayî ye. Heta niha rastî gef û xurtbûna hevalbedndiya Çîn, Rûsya û Îranê tê.

‘PIŞTÎ KU SALIH MUSLIM PROJEYÊN ÊRIŞA TIRKIYÊ RED KIR, TIRKIYÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KIR HEDEF’

Ehmed El-Dirzî wiha domand: "Tirkiyê bi êrişên xwe alî hemû dike hedef. Tirkiyê ji Salih Muslim xwest ku pê re lihev bike û federasyonê bide Kurdan lê bi şerta ku di bin wesiyeta Tirkiyê de be. Salih Muslim ev yek red kir lewra Tirk li dijî wan derket."

‘YÊ KU PROJEYÊN TIRKIYÊ QEBÛL NEKE TÊ HEDEFGIRTIN’

El-Dirzî di nav gotinên xwe de bibîr xist: "Em dizanin ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd beşek ji Îtîlafa Sûriyê ya opozîsyonê ye yak u di bin kontrola Enqere de ye. Mijar bi awayekî zelal bi helwesta Kurd ji projeya Tirkiyê ve girêdayî ye. Kurdên ku piştgiriya projeya Tirkiyê dikin, dê bibin amûrên wê û bikevin bin parastinê wê. Kurdên ku qebûl nakin Sûriyê parçe bibe û projeya Tirkiyê red dikin, li gorî Tirkiyê ew dijmin in."

Girêdayî rola dewletên Ereb li dijî Tirkiyê El-Dirzî rave kir ku dewletên Ereb di vî warî de bi giştî parçe bûne. Piraniya wan dixwazin li hember Tirkiyê bisekinin lê nikarin.

EREB KETINE FERQÊ KU ŞAM BI HEVALBENDIYA XWE BI ÎRAN Û RÛSYAYÊ RE DIKARE LI HEMBER TIRKIYÊ BISEKINE 

Derbarê vê yekê de El-Dirzî got: "Di encama nakokiyên di navbera hêzên herêmî de, gelek mijarên girêk li ser qada herêmî hene. Ereb ketine ferqê ku Şam bi hevalbendiya xwe bi Îran û Rûsyayê re dikare li hemberî Tirkiyê bisekine. Lê ew naxwazin Îran bikeve vê cihê lê belê dixwazin Rûsya şûna wê li hemêrê bi temamî bigire."

EREB NIKARIN ROLA XWE YA ÇALAK BILÎZIN SEDEM JÎ DYA`YÊ YE

Nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed El-Dirzî eşkere kir ku biryara dewletên Ereb di destê DYA`yê de ye û wiha pê de çû: "Ew ferman li wan dike ku asta piştgiriyê, dem û sînorên wê çi ne. Lewra mirov nikare pişta xwe bide rola dewletên Ereb. Ji ber ew dewlet biryarên xwe ji DYA`yê digirin. DYA`yê jî ji ber perçebûna hundirîn, guhertina nêrîna cîhanê jê re û mezinbûna her sê dewletên li jor hatine bibîrxistin û bandora wan dewletên li ser derfeta berdewamkirina DYA`yê li rojavayê Asyayê niha di cihek hesas de. Mckinsey di hefteya borî de rojavayê ASya bi rojavayê hon wesifand."

(bb-şx)

ANHA