Li Dêrikê şahiya piştgiriya QSD`ê

Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê şahiyek gelêrî ji bo piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê lidar xistin.

Li Dêrikê şahiya piştgiriya QSD`ê
19 hezîran, 2020   20:14
​​​​​​​QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê herikîn Navenda Şehîd Bawer a Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê da ku tev li şahiya piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê bibin. Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ev şahî lidar xistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Botan axivî û got: "Bi giyana ciwanan em piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê dikin ên ku destanên lehengiyê li hember dagirkeriya Tirk pêşkêş dikin."

Nûjiyan bang li ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li dora hêzên xwe kom bibin heta tevahiya herêm ji dagirkeriya Tirk tên rizgarkirin. Nûjiyan destnîşan kir ku berxwedan heta pêkanîna serkeftinê berdewam e.

Şahî bi pêşkêşkirina koma Zarokan a Suryan, Koma Jinên Ciwan û Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê berhemên xwe berdewam kir.

(şx)

ANHA