​​​​​​​Şêx Umer El-Şamî: Têkiliyên Kurd-Ereb modela têkiliya hevbeş in

Endamê Foruma Olan a Helebê şêx Umer El-Şamî têkiliyên Kurd-Ereb pîroz kir û got: “Pêwîste ev têkiliya ku misogeriya ola Îslamê dikin, bê geşkirin. Em ji hev nabin, ji ber em xwediyê fikra azad in."

​​​​​​​Şêx Umer El-Şamî: Têkiliyên Kurd-Ereb modela têkiliya hevbeş in
20 hezîran, 2020   02:36
HELEB-MIHEMED EBDO

Endamê Foruma Olan a Helebê şêx Umer El-Şamî diyar kir ku têkiliya Kurd – Ereb mertala bihêz li hember fîtne û nakokiyên ku dijmin hewl dide neteweyê pê lawaz bike ye.

El-Şamî axaftina xwe wiha domand: “Têkiliyên Kurd-Ereb dîrokî ne, gelek nimûneyên wê yên baş hene û têkiliyeke hebeş e. Tê de girêdana malbat û hevgirtina civakî di navbera Kurd û Ereb de heye.”

El-Şamî rêgezên Îslamî yên li ser esasê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de bi bîr xist û wiha domand: "Rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş a fikra Îslamê ya wekhev e, cihê wê pîroz e.  Taxa Şêxmeqsûd modeleke herî xurt a têkiliyên Kurd-Ereb nîşan da. Li taxa Şêxmeqsûdê ku tê de ji destpêka aloziyê ve bi cih bûne, em li hember tevahî êrişan yek dest bûn û yek dest in. Kurd û Ereb li gel hev parastina ol, rûmet û azadiyê dikin û tu cudahî tune ye."

Li ser girîngiya hevgirtina pêkhate û yekrêziyê El-Şamî wiha axivî: "Dijmin ji mêj de li ser siyaseta cudabûnê dixebite, heke jevkirin ji bo wan rêbaza seweriyê ye em tew ji hev nabin. Em xwediyê fikra azad in, xwediyê bawerî û jiyana hevbeş in."

Şêx El-Şamî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hedefa me Sûriyeke demokratîk, ku tê de tevahî pêkhate bi hezkirin bi hev re bijîn e. Dê welat bi hevgirtin û baweriya jiyana hevbeş ji gendeliyê rizgar bibe.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MCVaylvfc1s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>