Rayedarekî ENKS: Behsa guhertina demografî nakin, yekitiya Kurdan tewambar dikin

Feysel Yûsif anî ziman ku helwesta Kurd a yekbûyî dikeve xizmeta xebatê demokrasî û yekitiya welat û aştiya navxweyî diparêze û got: "Yên ku Kurdan bi parçebûna tewambar dikin li herêmên dagirkirî guhertina demografî û siyasetên plankirî li dijî hebûna kurdan pêk tînin."

Rayedarekî ENKS: Behsa guhertina demografî nakin, yekitiya Kurdan tewambar dikin
19 hezîran, 2020   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Di dîroka 17'ê Hezîranê de Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd û ENKS'ê  daxuyaniyeke havpar dan. Herdu aliyan li ser nêrîneke siyasî ya hevpar li hev kirin û xalên Peymana Duhokê ya 2014'an weke bingeha hevdîtinên navbera her duyan hate qebûlkirin. Di demeke kurt de wê peymaneke giştî ya nû bê îmzekirin.

Derbarê vê lihevkirina Kurdî, hin alî nerazîbûnên xwe nîşan dan û bi hewldana parçebûnê an serdesttiya herêmê bi nav kirin. Hin din jî kurdan bi xayînan bi nave kirin.

Tevî ku ev lihevkirin siyasî ye, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro gef li ENKS`ê xwar û got kesên têkiliyan bi YPG`ê û PYNK’ê re deynin, dibin armanca dewleta Tirk.

Koordînatorê Giştî yê Tevgera Îslah û Guhertin û endamê Desteya Serokatî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif postek li ser rûpela xwe ya tevna civakî belav kir û bersiva van îdiaya da.

Feysel Yûsif îşaret bi dijminên yekitiya Kurdî kir û bersiva kesên ku gelê Kurdî bi parçebûnê tewanbar dikin da û got: "Tu kes ji wan guhertina demografî ya li Efrîn, Serêkaniyê, herêmên Girê Spî  tê kirin û projeya çempera Erebî bi bîr nexist. Behsa gelek siyasetên plankirî yên ku hebûna kurdan dike hedef nakin. Her wiha qala girîngiya piştgiriya bi kurdan re nakin ji bo şiraketeke li welat pêk were û îtîraf bi mafên wê yê netewî were kirin. Rastiya helwesta Kurdî paşguh kirine ku bi projeya siyasî ya li welat ve girêdayî ye û banga pêkanîna biryarên navntewî yên ji bo çareserkirina aloziya heyî ya li welat dike."

Feysel Yûsif di posta xwe de girîngiya yekitiya netewî ya Kurdî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destnîşan kir û got: "Helwesta Kurdî ya yekbûyî dikeve xizmeta xebata demokratîk û yekitiya welat, her wiha aştiya navxweyî diparêze û têkiliyên civakî xurt dike, ku ji destpêka damezirandina dewleta Sûriyê û heta niha wekî xwe ye."

Feysel Yûsif di dawiya nivîsa xwe de ev tişt diyar kir: "Bi kurtasî, tewanên piştî pêvajoya yekitiya helwesta Kurdî ne rast e, ya rast ew e ku Sûriya dewleteke demokratîk ji bo hemû şêniyên wê be."

ANHA