​​​​​​​Dewleta Tirk gundê Golka bomebaran kir: Ciwanek  şehîd bû

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Golka yê Metînayê bombe kir. Bi bombebaranê re ciwanekî Kurd şehîd bû.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundê Golka bomebaran kir: Ciwanek  şehîd bû
19 hezîran, 2020   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Golka yê Metîna yê parêzgeha Dihokê bombe kir. Li gorî agahiyan ciwanekî bi navê Emîn Salah Hesen, ê ji êla Berwariyan şehîd bûye.

Beriya niha jî bi çend saetan Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Sîda ê Şêladizê barandin. Ji eşîra Rekanî 3 gundî şehîd bûn.