Dewleta Tirk gefan li ENKS`ê dixwe

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gef li ENKS`ê xwar û got "Kesên ku hevpeymanan bi YPG`ê re îmze bikin, dibin armanca me."

Dewleta Tirk gefan li ENKS`ê dixwe
19 hezîran, 2020   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu têkildarî hevpeymana Partiyên Yekitiya Nîştimanîya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku 17 Hezîranê hate ragihandin, axivî.

Çavuşoglu dema bi kanala CNN-Turk re axivî, gef li ENKS`ê xwar û got kesên têkiliyan bi YPG`ê û PYNK’ê re deynin, dibin armanca dewleta Tirk.

Çavdêr diyar dikin ku ev ne rojeveke nû ye, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dixwaze yekitiya kurdî asteng bike, lewma ev parvekirin ne rojeveke nû ye ku dijminahiya dewleta Tirk a ji gelê Kurd re diyar bike.

ENKS`ê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî di 16 Hezîranê de li Hesekê diyalogên xwe bi dawî kirin û gihaştin encamnameyke siyasî, her wiha lihevkirinên sereke ku Peymana Dihokê ya sala 2014`an bibe bingeha diyalogên her du aliyan û bi vê yekê pêşerojeke nêzîk jî diyar bikin.

(eh)