Li herêma Cizîrê pêşxistina xebata perwerde û fêrkirinê didome

Desteya Perwerde û Fêrkirinê  ya kantona Cizîrê dest bi amadekirina rêvebernameya mamosteyan a refê 12’an, kir da ku ji mamosteyan re lêvegerek be ku çawa astengiyan di karê perwerdê de çareser bikin.

Li herêma Cizîrê pêşxistina xebata perwerde û fêrkirinê didome
Li herêma Cizîrê pêşxistina xebata perwerde û fêrkirinê didome
Li herêma Cizîrê pêşxistina xebata perwerde û fêrkirinê didome
Li herêma Cizîrê pêşxistina xebata perwerde û fêrkirinê didome
19 hezîran, 2020   08:29
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-SOLÎN EHMÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê  ya kantona Cizîrê biryar da ku  şaxên wêje û zanistî yên refa 12 di 2020/2021’an de zêde bik, her wiha dest bi amadekirina minhaca refa 12’an  kir û hemû dibistanên girêdayî Wezareta perwerdeyê ya  Sûriyê  li herêmên Rêveberiya Xweser û peymangehên dewreyên taybet, girtin.

Rêveberiya Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya Biranşên kurdî Şîlan Mihemed wiha daxuyand : "di vê demê de rêvebernameya mamosteyan ji bo hemû metiryalan tê amadekirin." 

Rêvebernameya mamosteyan lêvegereke ji mamosteyan re da ku bizanin çawa astengiyan di perwerdekirinê de dibînin, derbas bikin, her wiha da ku hemû mamoste bizanibin çawa xwe bi awayekî baş, birêkûpêk ji waneyan re amade bikin.   

Şîlan Mihemed diyar kir ji her madeyekê re rêvebernameyeke teybet heye ku her mamosteyek bi rêya wê bikaribe ku çawa encamên her dersekî binirxîne û bersîva her pirsekî bide, her wiha  awayên wanedayînê û têgeh jî di rêvebernameyan de hene. 

Şîlan Mihemed destnîşan kir ku mamosteyên refa 12an  li kantona Cizîrê beşdarî perwerdeyên biranşan bûne da ku bi awayekî baş xwe ji wanedayînê re, amade bikin.

Akademiya Şehîd Egîd Çîlo revebernameya mamosteyan a madeyên merheleya 12’an bi dawî kirin, di vê derbarê de endamê komîteya amadekar a çêkêrina rêvebernameyên mamosteyan a beşa Kîmya Mehmûd Xelef wiha got:" Em rêvebernameya beşa Kîmya çêdikin û me girîngî daye ku çawa pirsgirêkan derbas bikin,  têbîniyan binivisînin, her wiha pirsên di derbarê nirxandina her semînerkê de hatiye nivîsandin".