Agnes Von Der Muhll: Bersiva sûcên Tirkiyê nîqaş dikin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Fransayê Agnes Von Der Muhll anî ziman ku Parîs şêweyê bersivdayîna sûcên Tirkiyê yên dawîn nîqaş dike û têkildarî rûbirûbûna xetereyên stratejîk ên li dijî Ewropayê, bi hevkarên xwe yên Ewropayê re di nava dan û standinan de ne.

Agnes Von Der Muhll: Bersiva sûcên Tirkiyê nîqaş dikin
19 hezîran, 2020   08:34
NAVENA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye diyar kir ku Agnes Von Der Muhll bi tundî gotiye ku sûcên pêk hatine ew ê bê bersiv nemînin. Agnes Von Der Muhll kifş kir ku  ew ê îro ber bi Berlînê ve biçe û bi Brîtanyayê re têkildarî agirbesta li Lîbyayê rûnê.

Fransa bê dudilî radigihîne ku Tirkiye ji hundirê NATO`yê bûye pirsgirêk û Parîsê jî têkildarî binavkirina rêzesûcên Tirkiyê hin sûcên Tirkiyê eşkere kir.

Fransayê her wiha kifş kir ku gelek bûyer di navbera deryaya wê û deryaya Tirkiyê de pêk hatine lê Tirkiye di dûrxistina firansiyan ji keştiya gumanbar de bi ser ket.

Fransa texmîn dike ku kiryarên Tirkiyê xetereyên stratejîk li ser Ewropayê ferz dike, lewma Parîs, Berlîn û Londonê tavilê doza agirbesta li Lîbyayê dikin.

Fransa jî ajame pê dike ku Tirkiyê bi kiryarên xwe yên li dijî Kurdan serweriya Iraqê bi pê dike.Li Sûriyê bi terorîstan re şerê koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dike û hin çeteyan dişîne Lîbyayê jî.

(eh)