Hêzên hikumeta Sûriyê 5 bajarokên bejahiyên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Sûriyê herêmên ku çeteyên Tirkiyê li bejahiyên başûrê Idlibê dagir kirine, topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê 5 bajarokên bejahiyên Idlibê topbaran kirin
19 hezîran, 2020   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê hêzên hikumetê deverên Fitêra, Kensefra, Sifohin, Filêfil û Hilobî yên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) duh hêzên hikumetê deverên Riweyha, Bênîn, Fitêra, Filêfil, Enkawî û Hilobî yên bejahiyên başûrê Idlib û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Têkildarî mijarê, duh balafirên Rûsyayê ligel pêkanîna derbeyan li Cebil El-Zawiyê, degirin.

(fr)