Ji Gerînendeya Zimhêrê ya Kobanê pêngava kontrokirina bazaran

Gerînendeya Zimhêrê ya herêma Firatê pêngava kontrolkirina bazaran û desteserkirina madeyên demborî  li bajarê Kobanê da destpêkirin.

Ji Gerînendeya Zimhêrê ya Kobanê pêngava kontrokirina bazaran
18 hezîran, 2020   13:21
KOBANÊ

Di çarçoveya pêngavê de tîmên taybet ên gerînendeyê li bazara bajêr belav bûn.

Piştî xelkê gilîname pêşkêşî Gerînendeya Zimhêrê ya herêmê kir, û tê de behsa keysbaziya bazirganan kirin, Gerînendeya Zimhêrê ve pêngav da destpêkirin.

Endamên komîteya zimhêrê yên li bajarên bi ser bajarê Kobanê ve tev li hemleyê bûn.

Îro tîmên gerînendiyê gelek madeyên demborî kontrol kirin û kesên muxalif jî ceza kirin.

Pêngav dê heta kontrolkirina hemû dikarên li nava bajar berdewam be.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FxIOkugbR8E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>