Dagirkeran li gundekî Til Temirê malên sivîlan talan kirin

Komên çete yên artêşa Tirk a dagirker duh girtin ser gundê Dibisa yê rojavayê navçeya Til Temirê û malên sivîlan talan kirin.

Dagirkeran li gundekî Til Temirê malên sivîlan talan kirin
18 hezîran, 2020   13:12
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA‘yê çeteyên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin a  girêdayî dewleta Tirk dagirker duh nîvor girtin ser gundê  Dibsa yê rojavayê navçeya Til Temirê ku li beramberî rêya M4 e.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi zêdeyî dehan erebeyên leşkerî  avêtin ser gund û malên sivîlan talan kirin.

Gundê Dibisa di êrişên qirkir ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên 9‘ê Cotmeha 2019‘an hate dagirkirin. Artêşa dagirker baregheke xwe li ser girê gundê Amiriyê yê li beramberî gundê Dibisê ava kirine.

ANHA