Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin

Li gundewarê bajarê Tebqayê yekemîn navenda çand û hunrê li bajarokê Cirniyê hate vekirin.

Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundewarê Tebqayê hate vekirin
18 hezîran, 2020   13:58
TEBQA

Bi amadebûna bi dehan şêniyan, hunermendên ji herêma Cizîrê û bajarê Reqayê, nûnerên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn navenda çand û hunerê li bajarokê Cirniyê yê herêma Tebqayê bi merasîmekê hate vekirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dexdûx axivî û got, çand pîvana asta pêşketina civakan e û nasnameya gelan e, divê her kes xwedî li çanda xwe derkeve.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Îbarhîm El-Mihemed vekirina navendê pîroz kir û anî ziman: "Bi saya projeya neteweya demokratîk gelên herêmê çanda xwe ya ku ji aliyê dagirker û mêtîgeran ve hatibû asîmîlekirin vegerandin. Roj bi roj em gavên mezin davêjin da ku çanda xwe zindî bikin û bi hemû gelan bidin naskirin."

Piştî axaftinan deriyê navendê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin û beşdaran di beşên navendê de geriyan.

Di dawiya merasîmê de Koma Kevneşopiya Gel, Koma Jinên Firatê ya Stranan û Koma Duret El-Furat stranên xwe pêşkêş kirin.

ANHA