Dewleta Tirk  Başûrê Kurdistanê bombebaran kir: Sivîlek hate qetilkirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker cihên sivîlên li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk  Başûrê Kurdistanê bombebaran kir: Sivîlek hate qetilkirin
18 hezîran, 2020   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, balafirên şer di şeva 17'ê Hezîranê de bombe li koçerên li zozanên Sîdekanê ya Hewlêrê barandin.

Di êrişê de ku li zozanên Berde Spî hate kirin, sivîlekî ji eşîra Sûrçî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku sivîlê jiyana xwe ji dest da, navê xwe Osman e û ji navçeya Akrê ya Duhokê ye.