‘Divê cotkarên pembo ji belavbûna nexweşiyan hişyar bin’

Nivîsgeha Xweparastinê ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bang li cotkaran kir ku tedbîran bigirin ji bo ku hilberîna pembo ji nexweşiyan biparêzin.

‘Divê cotkarên pembo ji belavbûna nexweşiyan hişyar bin’
18 hezîran, 2020   06:27
REQA-EHMED EL-ESAF

Nivîsgeha Xweparastinê di gera xwe ya di nava zeviyên pembo de, belavbûna nû ya nexweşiya kurmika bi sitrî  bi rêjeya ji sedî 5 bala wê kişand. Ev rêje bi awayekî mezin bandorê li hilberînê nake, lê heger ew rêje derbas kir, dibe zererê bide hilberînê.

Rengê vê kurmikê spî ye û dirêjahiya wê 3 cm derbas nake. Kulîlka pembo dema digihêje dixwe ji ber wê hilberîn bi sernakeve. Di sala 2018`an de ev kurmik di nava helberînê de belav bû.

Di vî warî de hevserokê Nivîsgeha Xweparastinê ya Komîteya Çandinî û Avdanê endazyarê çandiniyê Hemûd El-Xelef bang li cotkaran kir ku tedbîr û perspektîvên girêdayî vê mijarê belav kirine bînin cih da ku rê li pêşiya belavbûna kurmik bigirin.

Hemûd El-Xelef got: "Di navîna Gulanê de bala me kişand ku ji ber rewşa hawayê ya guhêrbar kurimka bi strî bi rêjeya ji sedî 5 di nava zeviyan de derketiye."

Têkildarî perspektîvên ku dane cotkaran, El-Xelef got: "Em civînan bi koordîneya meclisên herêmî û yekîneyên şêwirên çandiniyê ji cotkaran re lidar dixin. Ji wan re pêwîstiya girtina tedbîrên pêwîst destnîşan dikin. Her wiha em cureya dermanên ku di nava zeviyan de bireşînin da ku ji vê kurmikê xilas bibin diyar dikin. Hinek derman kurmikên bi sûd dikujin. Ji ber wê divê cotkar baldar bin û her 12 rojan bi awayekî bi rêxistinkirî cureya dermana guncew ji her qonaxakê re li zeviyan bireşînin. Dema ev kurmik di navîna Tîrmehê de derdikeve. Lê ji ber ku pileyên germahiyê di Gulanê de zêde bû, zû derket û piştre winda bû. Divê Nivîsgeha Xweparastinê tedbîran ji cotkaran re bigire.”

Ev kurmik di sala 2018`an de bi awayekî mezin di nava hilberîna pembo de belav bû. Di encamê de hilberîn li ser asta herêmê bi temamî telef bû û zirarên mezin ji cotkaran re çêbûn.

(şx)

ANHA