HRE: 8 çete û leşkerekî artêşa Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama sê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, 8 çete û leşkerek hatine kuştin. 

HRE: 8 çete û leşkerekî artêşa Tirk hatin kuştin
18 hezîran, 2020   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja 12`ê Hezîranê de hêzên me li ser rêya gundên Xezewî û Birc Heyder ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di roja 13`ê Hezîranê de li Efrînê hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Li heman rojê li Babê çalakiyeke din a sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî 1 çete hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Di roja 15`ê Hezîranê de li gundê Kefer Xaşir ya girêdayî bajarê Ezazê, ji aliyê hêzên me ve rêzeçalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di encama wan çalakiyan de 1 leşkerê Tirk û 1 çete hatin kuştin. Her wiha 2 çete jî birîndar bûn.

Di encama çalakiyên 3 rojan de; 8 çete û 1 leşker hatin kuştin, 6 çete jî brîndar bûn."

(kc)