Beşîr Mele Newaf: Mafê kurdan heye dozê li dozgeriya Swêdê vekin

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku ji derdorên bi kuştina Olof Palme hatine tawanbakirin, gelê Kurd berdêla herî giran da û got "Ji aliyê dîplomatîk, navneteweyî û hiqûqî ve, mafê kurdan heye ku dozê li dozgeriya Swêdê vekin.”

Beşîr Mele Newaf: Mafê kurdan heye dozê li dozgeriya Swêdê vekin
17 hezîran, 2020   03:16
QAMIŞLO- BOTAN HISÊN – SÎMA BIROKÎ

Di 28`ê Sibata 1986`an de serokwezîrê Swêdê Olof Palme dema li sînemayê bû, bi êrişeke çekdarî hat kuştin, piştî bûyerê Kurd hatin tawanbarkirin, gelek Kurd li Ewropayê hatin girtin.

Ruxmî ku Olof Palme dostekî Kurdan bû û piştgirî dida gelê Kurd û têkoşîna wî, lê Kurd bi kuştina wî hatin tawanbarkirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf der barê mijarê de ji ANHA`yê re axivî. Têkildarî tawanbarkirina Kurdan bi kuştina Olof Palme, Mele Newaf da zanîn ku ev yek ji lawazî û kêmasiya lêkolînên wan bû. Mele Newaf got: “Ger em fikrên Palme û PKK’ê rû bi rû bikin, mirov dikare ji sedî 80 di heman rêyê de bibîne.”

Mele Newaf wiha pê de çû: "Dema ku em lêvegerekê li ser fikrên Olof Palme bikin, em dibînin ku ew yek ji Partiya Sosyalîzmê  bû di hevgirta navdewletî bû, rexneyên wî ji  siyasetên Amerîkayê yên dagirkirina Vîetnamê hebû û li hember Başûrê Afrîkayê hikûmeta a ekperest jî hebû.”

Mele Newaf wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kuştina Palme dikeve berjewendiyên kê, ev yek wê demê tawanbar tên naskirin. Eger ev şêwaz tenê li ser şîrovekirinê be wê bibe ku îstixbaratên amerîkî jî tawanbar in, îstixbaratên başûrê Afrîkayê, Çekoslovakya û Yûgoslavyayê jî tawanbar in, Sovyet û sîyonîzm jî tawanbar in.”

‘JI SEDÎ SED DESTÊ DEWLETA TIRK DI KUŞTINA OLOF PALME DE HEBÛ’

Mele Newaf eşkere kir ku dewleta Tirk li tevahiya cîhanê dikare bi biryarên wiha bilîze û bikeve van dosyayan û got: "Ji ber vê yekê em dinêrin ji sedî sed bêguman destê dewleta Tirk tê de hebû, dîplomasiya wê ku PKK bi navê terorê ji cîhanê re bide qebûlkirin.”

Der barê bandora tawanbarkirina kuştina Olof Palme li ser gelê Kurd de Mele Newaf da zanîn ku vê tawanbariyê bandoreke neyînî li Tevgera Azadiyê kir ku heta roja îro berdêla wê tê dayîn û wiha got: "Dewleta Tirk wê ziravbûnê qenc dizanîbû ku PKK`ê ger buroyê xwe li Ewropayê veke û roleke siyasî û dîplomatşk bilîze, wê Tirkiye têxista tengaviyeke mezinو ته لاخ صه de êxista tengavîkê yê rinê be d, ji bo vê yekê Tirkan hemû hewldanên xwe kirin da ku kuştina Palme bikin sûcê PKK`ê.”

Mele Newaf diyar kir ku hikumeta Swêdê bûyer ji sedî sed gewde nekirin û got: "34 sal ne hindik e ji bo ku li tawanbarekî bigere."

Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd ji nav aliyên ku hatine tawanbarkirin, berdêla herî giran daye û got: "Ji aliyê dîplomatîk, navneteweyî û hiqûqnasî ve, mafê Kurdan heye ku dozê li dozgeriya Swêdê vekin û ev tawanbariyên ku hatiye kirin, jî çi manewî be çi jî madî be, hêja ye ku Kurd li ser vê xalê bisekinin û li aliyê wê yê hiqûqî em ji hikumeta Swêdê bixwazin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TsgeCOBxFi4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>