ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-6-2020`AN
16 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeyên Çil Axa û Tirbespiyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Şengal û wargeha Mexmûrê xwepêşandanan li dar dixin, saet 09:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kiryar û planên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê niyetên wê berdewamkirina  projeyên wê yê dagirkirî, tirkkirina herêmê û parçekirina wê eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Careke din balafirên Tirkiyê êriş bire ser çiyayên Şengalê yên li Başûrê Kurdistanê.  Pirsa ku xwe dide der, çima ev êriş di vê demê de hatin kirin? Kadar Pîrî bang kir ku divê Ereb bi lez li dijî Erdoganê ku serweriya tevahî dewletên ereban daye pêş çavê xwe, tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku ji derdorên bi kuştina Olof Palme hatine tawanbakirin, gelê Kurd berdêla herî giran da û got "Ji aliyê dîplomatîk, navneteweyî û hiqûqî ve, mafê kurdan heye ku dozê li dozgeriya Swêdê vekin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) anîn ziman ku hikumeta Iraqê, herêma Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navnetewî berpirsên êrişên Tirkiyê yên li ser wargehê û herêmên parastinê yên Medyayê ne. Her wiha diyar kirin ku berxwedana 26 salan a parastina nasnameya Kurdî li hemberî siyasetên înkarkirinê teslîm nebû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bedran Çiya Kurd got: "Tirkiyê endameke neyenî ye ku bi rêya bikaranîna endamtiya xwe ya di NATO`yê de aramiya navdewletî û herêmî têk dibe. Heger NATO`yê helwestek diyar ji êrişên Tirkiyê nîşan neda, ev tê wateya ku ew jî tev li pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan û gelên herêmê bûye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niyaz Hamîd destnîşan kir ku qada parastina hewayî ya Iraqê di destê Amerîkayê de ye û ji balafirên dewleta Tirk re rê vekir û got “Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir, plana êrişan bi hevkariya PDK, agahdariya Iraq, Amerîka û Rûsyayê pêk hat.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê êla Tufeyhiyîn êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kir û bang li civaka navdewletî kir sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên Tirkiyê bi gelek dosyayên wê bi Tirkiyê re girêda da û got yekitiya Kurd dê êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê lawaz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên navçeya Til Hemîsê gotin, Rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe yên ronî û miorvî dikarî mirovekî şoreşger ava bike û anîn ziman ku divê ramanê Ocalan bêtir di nava civakî de bê belavkirin, ji ber rêbertê ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê tê dikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Qanûna Qeyser a cezayên li ser Sûriyê îro dikeve meriyetê, lê belê gel dê çawa xwe ji zirarên wê biparêze? Li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêşniyar der bara wê de ji Rêveberiya Xweser re hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundewarê bajarê Kobanê çandiniya avê bi awayekî ber bi çav paşket. Sedemên vê yekê kêmbûna mazot û bilindbûna nirxê pêwîstiyên çandiniyê û daketina nirxê kirîne berheman e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a taxa Şexmeqsûd piştî 7 salan ji tartiyê ji ber ku çeteyên Tirkiyê toreyên kehrebeyê talaln kirin, kehrebe carek din vegerand taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA