Suryan û Asûrên Hesekê qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr danîn

Asur û Suryaniyên bajarê Hesekê di salvegera 105‘an de qurbaniyên qirkirinê Sêfoyê bi bîr anîn.

Suryan û Asûrên Hesekê qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr danîn
Suryan û Asûrên Hesekê qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr danîn
Suryan û Asûrên Hesekê qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr danîn
16 hezîran, 2020   20:20
HESEKÊ

Asur û Suryaniyên bajarê Hesekê quraniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr anîn a ku Osmaniyan sala 1915‘an de li dijî Suryan û Asuriyan pêk anîbûn.

Bîranîn li Qada Şehîd Artho hate lidarxistin ku mûm hatin pêxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Partiya Yekitiya Suryan Gabriyêl Şamûn axivîç, qurbaniyên qirkirinê bi bîr anîn û bang li dewletên cîhanî û Neteweyên Yekbûyî kir ku qirkirinê binase.

Şamûn diyar kir ku armanca qirkirin û koçberkirinê îmhakirina nasnameya gel e û got: "Em bang dikin ku îtîraf bi qirkirina Sêfoyê, nasnameya gelê me yê Suryan, Asur û Kildan were kirin."

Şamûn anî ziman: "Gelekan xwestin hembûna me tune bikin, tevî siyasetên qirkirina etnîkî bi îradeya kalikên xwe em ji nû ve rabûn. Banga min ji gelê me ew e ku xwe bi rêxistin bikin li derdora saziyên Meclisa Netewî ya Beyt Nehrên kom bibin. Ji ber ku ev sazî îradeya me û nûnertiya me dike."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan a Şaxê Hesekê gul danîn ber peykerên şehîdên qirkirina Sêfo.

ANHA