Şêniyên Hesekê banga yekitiyê kir

Şêniyên bajarê Hesekê bang kir ku di zûtirîn demê de yekitiya kurdî were avakirin da ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk bisekinin. Her wiha bang li partiyên kurdî yên dan û standinê bi dewleta Tirk re dikin ku xetereya dewleta Tirk, nas bikin.

Şêniyên Hesekê banga yekitiyê kir
16 hezîran, 2020   13:08
HESEKÊ – BASIL REŞÎD – COZA ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker planên dijberî gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, didomîne. Destkeftiyên gel dike hedef. Li beramberî vê yekê jî cîhan û hindek aliyên kurdî ku dan û standinê bi dewleta Tirk re dikin, bê deng in.

Şêniyên bajarê Hesekê di vê derbarê de ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyan sûcên dewleta Tirk ku li Şengal û kampa Mexmûrê pêk tîne, şermezar kirin. Welatiya bi navê Sultanê Ehmed wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şengal û Mexmûrê şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e."

Sultanê destnîşan kir ku ji destpêkê de dijmin di nava Kurdan de heye, wan ji hev dûr dixe, ew dijmin ji yekitiya kurdî pir ditirsin û ji ber wê jî gelê Kurd gelek zehmetî dît, bi hezaran ciwan şehîd bûn.

Sultanê destnîşan kir ku divê Kurd di zûtirîn demê de yekitiya xwe ava bikin da ku dagirkeriya Tirk têk bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hindek partiyên kurdî ku dan û standinê bi dewleta Tirk re dikin, divê xetereya dewleta Tirk a ku dixwaze nasnameya kurdî binpê bike, nas bikin û divê ew partî li gel bifikirin."

Welatiyê bi navê Abdulezîz Salih destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk êrişî gelê Kurd, herêmên Şengal û Mexmûrê dike û wiha got: "Bi îrade û berxwedanê em li dijî sûcên dewleta Tirk disekinin. Em ê heta dawiyê ji bo rizgarkirina xaka xwe li ber xwe bidin û tê bikoşin."

Salih diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku yekitiya kurdî binpê bike û wiha domand: "Dewleta Tirk êrişî hêzên demokratîk û bi taybet gelê Kurd û doza kurdî dike."

Di dawiyê de Salih bang li gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê  û hêzên nîştimanî kir ku li hember van sûcan bisekinin.

Welatiya bi navê Zerga Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên xwe gelê Kurd qir bike û got: "Divê gelê Kurd bibe yek, yekitiya xwe di vê dema hesas de ava bike da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekine û ji koletiyê rizgar bibe."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PCqmrnhFJFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>