2 xwişkên di girtîgeha çeteyên El-Hemzat hatin naskirin

Çavkaniyên li Efrînê ragihand Lunjîn Mihemed Xelîl Ebdo û xwişka wê Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo ku di 25’ê Hezîrana 2018’an hatibûn revandin,ji dîmenên ku ji girtîgehên çeteyên El-Hemzat derketin, hatin naskirin.

2 xwişkên di girtîgeha çeteyên El-Hemzat hatin naskirin
2 xwişkên di girtîgeha çeteyên El-Hemzat hatin naskirin
2 xwişkên di girtîgeha çeteyên El-Hemzat hatin naskirin
2 xwişkên di girtîgeha çeteyên El-Hemzat hatin naskirin
16 hezîran, 2020   12:34
ŞEHBA

Jina bi navê Lunjîn Mihemed Xelîl Ebdo (25) û xwişka wê Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo (19) û bavê wan Mihemed Xelîl Ebdo (52), bi hinceta têkiliya wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re hene, di sala 2018’an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin.

Di dîmenên ku ji girtîgeha çeteyên El-Hemzat dema serdegirtina çeteyên Ehrar El-Şam û Artêşa Îslamî de derketin holê, her du xwişk Lunjîn û Rojîn ên revandî hatin naskirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku her du xwişk li gel bavê xwe Mihemed Xelîl Ebdo hatibûn revandin û nehatibûn naskirin ku biribûn ku derê.

Çeteyan jî di dema revandina wan de 10 hezar euro ji bo berdana Mihemed Xelîl û her du keçên wî xwestibû.

Mihemed Xelîl werşeyek ji bo sererastkirina traktoran li Efrîna dagirkirî hebû û di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar nedikir.

Her wiha li gorî hin agahiyan, çeteyên El-Hemzat navendên xwe ji gundê Basûtê birine herêma Babê ya bejahiya bakurê Helebê.

ANHA