Hêrsa gel a li dijî êrişên rejîma Tirk zêde dibe

Şêniyên herêma Tebqayê bi meşekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê dan û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxitinên mafên mirovan kirin ku gelan ji qirkirina Osmaniya nû biparêzin.

Hêrsa gel a li dijî êrişên rejîma Tirk zêde dibe
16 hezîran, 2020   13:27
TEBQA

Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a herêma Tebqayê bi dehan şêniyên herêma Tebqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kirin.

Meş ji stada Gaz a navenda bajarê Tebqayê dest pê kir. Meşvanan pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana Şengal û Mexmûrê hildan û bê navber diruşmeyên "Bimre faşîzma Erdogan û bijî berxwedana Şengalê" berz kirin.

Meş li pêşiya navenda Ciwanan a Tebqayê ya veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêz a bîranîna cangoriyên azadiyê hate girtin. Piştre Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Mehmûd El-Yetîm  bi navê ciwanên Tebqayê daxuyanî xwend.

Mehmûd El-Yetîm êrişên deweleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê şeremzar kirin û got: "Armanca êrişî îradeya ku li hemberî terora cîhanê biser ket, bişkîne."

El-Yetîm bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin û gelan ji qirkirina Osmaniya nû biparêzin.e

Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta netewa demokratîk hate dayîn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sûad Zingilo jî axivî û banga hevgirtinê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirk kir.

ANHA