Ji bo Ezher El-Şerîf, Meclisa Şora ya Erebistana Siûdî û Yekitiya Oldarên Misliman bangewazî

Kongreya Civaka Îslamî bang li Ezher El-Şerîf a Misirê, Meclisa Şora ya Erebistana Siûdiyê, Yekitiya Oldarên Misilman a Cîhanî û oldarên azad ên li Tirkiyê kir ku bi erkên xwe rabin û êrişên dewleta Tirk ên li dewletên cîran rawestînin, nesaxim êrişên dawîn ên li ser Şengal û Mexmûrê.

Ji bo Ezher El-Şerîf, Meclisa Şora ya Erebistana Siûdî û Yekitiya Oldarên Misliman bangewazî
16 hezîran, 2020   12:18
QAMIŞLO

Îro endamên Kongreya Civaka Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Îslamî, Komeleya Aştiyê ya Mirovahî û Saziya Olî ya Jinên Misilman li navenda Saziya Olî ya bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyaniyek der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li ser parêzgeha Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê da.

Serokê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat Mela Mihemed El-Xerzî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Divê saziyên olî, misilman, xiristiyan û cîhana azad bi erkên xwe li hember êrişên Tirkiyê li dewletên cîran rabin ku rawestînin, nexasim êrişên êrişên duh ên li ser Şengal, Mexmûr û hwd. Banga taybet jî ji bo Ezher El-Şerîf a Misirê, Meclisa Şora ya Erebistana Siûdiyê, Yektiya Oldarên Misliman a Cîhanê û oldarên azad li Tirkiyê.

Bêdengiya saziyên olî li ser êrişên dewleta Tirk erêkirineke ji bo pêkanînên hikumeta Tirkiyê û ketîbeyên wê yên terorîst e.

Em wek Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Îslamî, Komeleya Aştiya Mirovahî û Saziya Olî ya Jinên Misliman bang li NY’yê dikin bi lez dest tê werde û êrişên dewleta Tirk ku mirovahiyê wêran dike, rawestîne.

Ji malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şifa, serkeftin ji parêzvanên heqîqetê re."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O7pQcp2yDVU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>