Rêveberiya Minbicê destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê û dewletên cîran red kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê bi daxuyaniyekê destwerdanên dewleta Tirk ên li Sûriye, Lîbya û Iraqê şermezar kirin.

Rêveberiya Minbicê destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê û dewletên cîran red kir
16 hezîran, 2020   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî Ebo bi beşdariya endam û rêveberiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em destwerdana Tirkiyê ya bêserûber li herêmên Sûriyê, Lîbya û Iraqê şermezar dikin, her wiha ev zêdegaviyên Tirkiyê binpêkirina serweriya van dewletan û gefa yekser li ewlehî û aramiya van herêman e, ev jî nîşaneya zîhniyeta Osmanî ya mêtingeriya van herêman e.

Dewleta Tirk bi van sûc û êrişan tevahî peyman û qanûnên navneteweyî ku ewlehî û aramiya mirovan li herêmê mîsoger dike, derbe dike, her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin ku sûc û êrişên ku gefan li tevahî civakan dixwin, rawestînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RN9PY-5Y3Dc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>