Artêşên Tirkiye û Îranê êrişî herêma Balekayetî dikin

Artêşa Îranê herêma Çoman û devera Balekayetî topbaran dike, her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî heman hêrêman bombebaran dikin.

Artêşên Tirkiye û Îranê êrişî herêma Balekayetî dikin
16 hezîran, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî saetekê ye balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Balekeyatî ya dikeve ser Hewlêrê, bombebaran dikin. Hêzên rejîma Îranê jî di heman kêliyan de heman herêmê topbaran dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên dewleta Tirk herêma Beraskên a dikeve gundê Alane yê ser bi Çomanê ve bombebaran dike.

Her wiha hêzên rejîma Îranê jî herêmên Bêşe û Marên yên dikevin ser Çomanê topbaran dikin. Hîn jî bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û topbarana hêzên Îranê dewam dike.

<iframe width="667" height="375" src="https://www.youtube.com/embed/G0qRdqgM2Ok" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>